Binpêkirinên li Efrînê didomin; malên sivîlan dikin pargehên lêpirsîn û êşkencekirinê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê malên sivîlan dikin bargehên lêpirsîn êşencekirinê. Hate diyarkirin li herêma Racoyê 8 sivîlên din ji aliyê dagirekran ve hatin revandin û li beramberî berdana wan pereyan ji malbatên wan dixwazin.

Binpêkirinên li Efrînê didomin; malên sivîlan dikin pargehên lêpirsîn û êşkencekirinê
30 gulan, 2018   14:31

ARŞÎN NECAR / HELEB

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê didomin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Efrînê bi tawanên derw direvînin û malên wan vediguherînin navendên lêpirsîn û êşkencekirinê.

Çavkaniyek ji bajarê Efrînê diyar kir ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji gundê Çeqmaq ê ser bi herêma Racoyê 8 sivîl revandin û ber bi gundê Çiqla yê herêma Cindirêsê ve ku girtîgeh li wir vekirine birin. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku çete li beramberî berdana sivîlan 7 hezar dolar ji malbatên wan dixwazin.

Çavkaniyek din ji gundê Cala yê girêdayî herêma Raco da zanîn ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk malên welatiyên gundê Cala dikin navendên lêpirsîn û êşkenckirinê.

Girêdayî mijarê şêniyên gundê Çala diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk ji gundên (Çeqmaqa, Xilalka, Cencliya û Elemdar) ên girêdayî herêma Raco 50 sivîl ku demê berê revandibûn, revandin û niha li "Bargehên lêpirînê û êşkencekirnê" ne rastî lêpirsîn û êşkencekirinê tên.

Di dîmenên ku ketin destê ajansa me de tê xuyakirin ku çawa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên welatiyan talan dikin.

(bx)

ANHA