Çeteyên Tirkiyê gundên Minbicê topbaran kirin û Meclîsa Leşkerî bersivê da

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gundê El-Mehsenlî yê Minbicê topbaran kirin şervananên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrîşan da.

Çeteyên Tirkiyê gundên Minbicê topbaran kirin û Meclîsa Leşkerî bersivê da
30 gulan, 2018   13:52

MINBIC

Navenda Ragihanê ya Meclîsa Leşerkî ya Minbicê daxuyaniyek li ser malpera xwe  ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di saetên piştî nîvro de gundê El-Mehsenlî yê bakurê rojavayê bajarê Minbicê di navbera hêzên wan û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şer rû da. Her wiha hate gotin ku çeteyan sivîlên gund topbaran dikirin. li ser vê yekê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva jêdera topbaranê da.

Li garî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ajansa me di encama topbarana çeteyan a li ser gund de, ziyanên rûhî çêbûn, derbarê hejmara qurbaniyan agahî nehatin bi destxistin.

Li herêmê pêvçûnên dem dem rû dide.

(bb)

ANHA