Şandeya Alman li Kobanê ye

Şandeya Alman piştî ku serdana saziyê û desteyê herêma Cizîrê kir, berê xwe da kantona Kobanê.

Şandeya Alman li Kobanê ye
30 gulan, 2018   15:27

KOBANÊ

Şandeya Alman a ku bi armanca şopandina tecrûbeya demokratîk a ku li Rojava hatin rûnişkandin, ji beriya du rojan ve hatiye Rojava, piştî serdana xwe ya li herêma Cizîrê bi dawî kir, berê we da Kobanê bû.

Şande ji rayedarên Partiya Çep a Alman Jan Von Akin û Robert Gauro, Parlamantera Alman a ji heman partiyê Zacklin Mastij, professor ê ji Akademiya Mirza Peter Utt, ji Televizyona WDR doktor Robert Crick, sînamger Michael Anker û rojnamevan Uffe Bourne û Afrim Kaya  pêk dihat çû serdana avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li bajarê Kobanê û ji aliyê hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen û Enwer Musilm, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fewziya Ebdî ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê, rewşa Rojava û tecrûbeya demokratîk a li herêmê hatiye rûnişkandin, gavên ku ji hêla jin ve hatine avêtin, her wiha berxwedana sedsalê ya li hemberî terorê hate nirxandin. Şandeyê tecrûbeya rêveberiya xweser êrînî nirxand û bal kişand li ser gavên ku jinên li Rojava avêtin û gotin ku serkeftinên ku ji aliyê jinan ve hatine bidestxistin delîlê demokratîkbûyînê şoreşê ye, her wiha îşaret bi berxwedana dîrokî ya li hemberî hêza herî teror di cîhanê de.

Endamê şandeyê her wiha, bal kişandin li ser dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê û gotin ku Tirkiyê di gel bêdengiya navdewletî binpêkirinan dike.

Hevseroka Meclîsa Rêveber Bêrîvan Hesen bi xêrhatina şandeyê kir û tekez kir ku "Kobanê xwedî girîngiyeke mezin e, bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bajarê ‘Şehîdan e‘, her wiha cihê serferaziyê ye ku cîhanê re ku hêza herî toror binxist."

Şandeyê diyar kir ku ew ê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê û pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser alîkariyê bike.

Piştî axaftinan, şandeyê serdana Goristana Şehîd Dicle kirin û gul li ser gorên şehîdan danîn.

(bb)

ANHA