Dermanê Laşmaniya ji Kobanê re hate peydakirin

Kesên ku bi nexwşiya laşmaniya ketibûn matmayî man ku dermanê îlackirinê li navenda Heyva Sor a Kurd a bajarê Kobanê qediya ye. Lê di nava çend rojan de Heyva Sor a Kurd derman peyda kir.

Dermanê Laşmaniya ji Kobanê re hate peydakirin
Dermanê Laşmaniya ji Kobanê re hate peydakirin
30 gulan, 2018   10:58

ŞÎLAN MIHEMED / KOBANÊ

Nexweşiya Laşmaniya ku di van du salên dawî de li herêma Firatê zêde bûye, Rêxistinên ku dermanê nexweşiya laşmaniya didan Rêxistina Heyva Sor a Kurd a bajarê Kobanê di van demên dawî de alîkariya xwe rawestandin û di encamê de derman di embarên Heyva Sor a Kurd de jî qediya. Piştî du hefteyan Heyva Sor a Kurd derman peyda kir û niha dikare pêşwaziya hemû nexweşan bike û derman bike.

(jh)

ANHA