Komîteya Olî ya Karûbarên Jinan hate avakirin

Saziya Karûbarên Olî di navenda Meclîsa Jinên Tebqayê de komîteya taybet bi karûbarên olî yê jinan ava kir.

Komîteya Olî ya Karûbarên Jinan hate avakirin
Komîteya Olî ya Karûbarên Jinan hate avakirin
29 gulan, 2018   10:43

AYIŞE MIDEWER/ TEBQA

Ji bo rola jinê di hemû oaln de her wiha ji bo ku tekez bikin karûbarên olî ne tenê girêdayî mêran e, ev komîte hate avakirin.

Armanca komîteya ku rola jinê di olan de û bi taybet di ola Îslamî de diyar bike. Her wiha ji bo wekheviya di navber jin û mêr de were dayîn. Ji ber ku jin rola xwe di hemû aliyên jiyanê de dilîze û cihê xwe di çeperên şer de jî digre.

Ji destpêk dîrokê ve jinê gelek zor û zehmetî dîtin. Gelek mafên wê hatin binpêkirin. Lê beranberî vê yekê jî gelek wêneyên ku jinan pîroz nîşan dide hene. Di hindek olan de mafê wê yê mîrasê û hindek mafên dîtir hene. 

Ev komîte bi hevkariya komîteya Lihevanînê ya Meclîsa Jinê hemû dozên girêdayî jinê û bi taybet ên malbatî çareser dike.

Yek ji karê komîteyê ew ku jinan di hindek mijarên girêdayî kesayeta wê de hişiyar bike.

Endama Rêveber a Komîteya Jinan a Saziya Karûbarên Olî Şehnaz Mihemed diyar kir ku rola jinan di olan de li pêşe û jinên Misliman ên wekî Xewla Keça Ezwer a cihê xwe di şer de girtibû, her wiha hevjîna Hezretî Muhemed Aişa bibîr anîn û got ku Ayişe di mijarên malbatî û civakî de şêwirmenda hezretî Muhemed bû.

(bx)

ANHA