Human Rights Watch hişyariya qanûna 10 a milkiyetê li Sûriyeyê da

Human Rights Watch ji ber encamên qanûna milkiyetê ya nû ya bi hejmar /10/ a sala 2018'an berpirsyariya vegera bi hezaran koçberên Sûriyeyê xist ser milê dewlet û aliyên alîkariya jinûve avakirina Sûriyeyê dikin.

Human Rights Watch hişyariya qanûna 10 a milkiyetê li Sûriyeyê da
29 gulan, 2018   11:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch di rapora xwe de nîşandariyek weşand û têde pirs û bersivên di derbarê qanûna milkiyetê ya nû ku bi hejmara /10/ ya sala 2018'an li Sûriyeyê nivîsandin. Li borî vê qanûnê ku ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve di 2'yê nîsana 2018'an de hatiye derxistin, li seranserî Sûriyeyê bi biryarekê herêmên birêxistinkirî (niştecîbûnê) tên avakirin. Qanûn gelek caran pêdiviyên gelekî dijwar di hin rewşan de li ser xwediyên xanûberan û kirêkaran ferz dike, da ku karibin di xanûberên xwe de bimînin an jî ji bo jinûve avakirin li devereke din cihekî ji wan re peyda bikin.

Ev belgeya pirs û bersivan ku ji aliyê rêxistina Human Rights Watch ve hatiye amadekirin, qanûnê şîrove dike û metirsiyên girêdayî pêkanîna vê qanûnê gotûbêj dike. Her wiha behsa vebijêrên ku divê dewlet û aliyên alîkariya jinûve avakirina Sûriyeyê dikin di ber çavan re derbaskirin de dike, dema ku biryara xwe ya alîkariyê didin.

Di derbarê qanûnê de jî rapora Human Rights Watch dibêje ku ev qanûn bandoreke neyînî li mafê milkiyetê dike û tedbîrên dadgehkirinê pêşkêş nake. Her wiha digihêje asta ku xwediyên xanûberan bi darê zorê derdixîne û kesên ku fermî belgeyên milkiyetê li ba wan tune ne milkên wan tên desteserkirin.

Her wiha destnîşan dike ku ev qanûn astengiyeke mezin li pêşiya vegera welatiyan e. Beşekî mezin ji koçberan ku pirskariya saziya Karnîgî ya aştiya navnetewî digirin nava xwe diyar dikin ku "ne pêkan e vegerin eger mal û milkên wan ji wan re venegerin."

Cîgira Beşê Rojhilata Navîn di Human Rights Watch de Lema Feqîh girêdayî mijar wiha dibêje: "Qanûna 10 xemgîniyeke din li hemberî hikûmeta Sûriyeyê ya qanûnên pilansaziya avakirinê ye û bi riya wê milkên welatiyan desteser dike bêyî ku mijarên qanûnî di ber çavan re derbas bike."

Lema Feqîh dewlet û aliyên alîkariya jinûve avakirina Sûriyeyê dikin berpirsyar dîtin, nemaze ji ber encamên ku ji ber vê qanûnê derdikevin û li pêşiya vegera bi milyonan koçberên Sûriyeyê dibe asteng.

Di raporê de bang li hevkarên rêjîma Baasê, weke Rûsya û Îranê tê kirin ku zextê li rêjîmê bikin da ku van qanûnên bi pirsgirêk betal bike ku li pêşiya vegera koçberan dibin asteng û di nava wan de qanûna 10 û biryara 66 û qanûna dij-terorê ya sala 2012'an.

Di raporê de her wiha bang li dewlet, razemenîkar û wekaletên mirovahiyê yên li herêmê ku rêjîmê vegerandina dixebitin, dike ku piştrast bikin ku sermiyanên wan nabin beşekî binpêkirina milkiyeta welatiyan an koçberan an jî ji hin statûyan an aliyên ku mafên mirovan û qanûna mirovahiyê ya navnetewî binpê dikin, nabin alîkar.

Qanûna 10 a sala 2018'an, ji aliyê rêjîma Baasê ve di 2'yê Nîsanê de hate derxistin û li gorî vê qanûnê, li seranserî Sûriyeyê niştecîgehên birêxstinkirî bi biryarekê tên avakirin. Di qanûnê de pîvanên kategorîzekirina herêman weke herêmeke birêxistinkirî diyar nabe û demeke diyar ji bo diyarkirina herêman eşkere nake. Li şûna wê van herêman weke herêmên birêxistinkirî li gorî biryarekê diyar dike.