Ji ber êrîşeke çekdarî li Belçîkayê 2 polîs û sivîlek mirin

Li bajarê Liege yê Belçîkayê, êrîşkarekî 2 polîs û sivîlek kuşt. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Ji ber êrîşeke çekdarî li Belçîkayê 2 polîs û sivîlek mirin
29 gulan, 2018   10:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Belçîkayê, saet 10:30'î dengê çekan ji navenda bajarê Liege hate bihîstin. Hate îdîakirin ku êrîşkar bi gotina "Allahû Ekber" gule reşandiye.

Êrîşkar, du polîs kuşt û yek jî birîndar kir. Hate ragihandin, di dema bûyerê de sivîlekî di wesayita xwe de bû hatiye kuştin.