Perlemanterên Elman: Paşguhkirina buyerên li Efrînê şermezariyek e

Rayedarê Partiya Çep a Almaniya Jan Akîn got ku paşguhkirina cîhanê ji kiryarên dewleta Tirk li Efrînê şermezariyek mezin e. Parlemantera heman partiyê Zakîn Nastêj jî diyar kir ku YPG'ê û YPJ û hêzên leşkerî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li şûna giştî cîhanê şer dikin.

Perlemanterên Elman: Paşguhkirina buyerên li Efrînê şermezariyek e
29 gulan, 2018   08:18

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Şandeyeke Almaniyayê ku ji parlemanterên Partiya Çep a Almaniya, rojnamvevan, akademîsyen, sînameger pêk dihat duh serdana bajarê Qamişlo kir û rewşa herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji nêz ve şopandin.

Ajansa me ANHA'yê nêrîna du parlemanterên Partiya Çep a Almaniyayê di derbarê serdana wan û helwesta wan li hemberî dagirkirina Efrînê de wergirtin.

Parlemanter Zakîn Nastêj di derbarê armanca serdana wan a Rojava de axivî û wiha got: "Armanc ji hatina me ya Rojava ew e ku em rewşa dawî ji nêzî ve bişopînin, nemaze rewşa koçberên di kampan de û rewşa welatiyên Efrînê ku neçarî koçberiyê hatine kirin û di kampên li herêma Şehba de hatine bicihkirin. Em hêvî dikin ku dewleta Almaniyayê alîkarî û piştgiriya xwe bi dewleta Tirk re ku hevkariya çeteyên DAIŞ'ê dike û bi riya wan êrîşî Efrînê dike, bi temamî rawestîne."

Di derbarê rola jinan û hevgirtina gelan û pêkhateyan di şoreşa Rojava de Nastêj wiha anî ziman: "Di cîhanê de şoreşeke weke ya Rojava pêk nehatiye ku têde rola jinan gelekî girîng e û pêkhateyan hevgirtina hevûdu kirin û em ê jî alîkariya wê bikin."

Nastêj şervanên YPG'ê û YPJ'ê silav kirin û wiha got: "Şervanên YPG'ê û YPJ'ê û hêzên leşkerî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li şûna giştî cîhanê şerê çeteyên DAIŞ'ê dikin."

Rayedarê Partiya Çep a Almaniya Jan Akîn jî got ku paşguhkirina cîhanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk li dijî herêma Efrînê şermezariyeke mezin e. Nemaze bêdengiya dewleta Almaniyayê ku alîkarî û piştgiriya Tirkiyeyê dike şermezariyeke mezin e."

ANHA