Alîkarî li bajaroka El-Cirniya hate belavkirin

Rêxistina herêmî ya Rojava bi hevkariya Rêxistina Tebqa ya pêşxistin û alîkariyê 600 parên xwarinê li şênî û koçberên gundewarên bajaroka El-Cirniya ya rojavayî herêma Tebqayê belav kirin.

Alîkarî li bajaroka El-Cirniya hate belavkirin
29 gulan, 2018   08:17

TEBQA

Duh li gundewarên bajroka El-Cirniya 600 parên xwarinê li malbat û koçber ên  li herêmê bi cih bûne û malbatên şehîdan hate belavkirin.

Madeyên  ku hatin belavkirin ji zeyt, nîsk, birinc û şeker pêk tên.

Ev cara 3`yemîn ku alîkarî li gundewarên El-Cirniya tê belav kirin.

Hate diyarkirin ku rêxistina herêmî wê alîkariyê li hemû bajaroka El-Cirniya û gundewarên wê yên  xetên Saykol û Mehmûdlî yên girêdayî wê belav bike.

(bx)

ANHA