Sedir naxwaze Îran di karûbarê Îraqê de destwerdan bike

Serokê kutleya Sairûn, Muqteda El-Seder diyar kir ku ew bi hêvîne Îran destwerdana karûbarê Îraqê neke.

Sedir naxwaze Îran di karûbarê Îraqê de destwerdan bike
29 gulan, 2018   09:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Kutleya Saîrûn Muqteda El-Seder derbarê mijarê got ku ew bihêvî ye Îran destwerdana Karûbarê  Îraqê neke ji ber ew jî wekî welatekî cîran li ser berjewendiyên xwe ditirse.

Li ser pirsa yek ji siyasetmedarên Îraqê ku heger hikûmeta Îraqê were avakirin gelo wê bi erêkirina Îranê be El-Sedir bersiva ku Îran cîrana wan e û li ser berjewendiyên xwe ditrse û ev tişt anî ziman: "Em bi hêvî ne destwerdana karê Îraqê neke. Her wiha em jî qebûl nakin ku em di karê wê yê navxweyî de destwerdanê bikin, da.

(bx)