Îsraîl fûzayên ji Xezayê ve hatin avêtin, anîn xwarê

Îrasîl ragîhand ku sîstema wan a parastinê ya bi navê "Qubeya Ji Hesen" hejmarek fûzayên ji herêma Xezayê ku bi ser wan de hatin barandin, anîn xwarê.

Îsraîl fûzayên ji Xezayê ve hatin avêtin, anîn xwarê
29 gulan, 2018   07:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragîhand ku sîstema wan hejmarek fûzayên ji aliyê Xezayê ve bi ser wan de hatine anîn xwarê.

Ne hate zanîn ku tu fûza li xaka Îsraîlê ketine lê na, di heman demê de Artêşa Îsraîlê bi topên xwe bersiva topbaranê da. Burcên çavdêriya ya Hemasê topbaran kirin.

Artêşa Îsraîlê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku li ser sînorê di navbera Îsraîl û Xezayê  ku Tevgera Hemas rêveberiya wê dike, alozî zêde bû ye.

(dc)