Gelek derdor li Firansayê ji kiriyarên hevkarên Erdogan aciz bûne

Piştî rayedarên Tirkiyê navendên firotina rojnameyên navdewletî girtin, Li Firansayê nerazîbûnên derbarê nêzîkatiyên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan zêde bû ye.

Gelek derdor li Firansayê ji kiriyarên hevkarên Erdogan aciz bûne
29 gulan, 2018   08:08

TEBQA

Rojnamavên rojnameya Liberation a Firansî di rûpelên xwe yên duh de diyar kir ku alîgirên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan 2 navendên firotona rojnameyan li Tirkiyê neçar kirin ku hejmara rojnameya Firansî Le Point rabikin. Rojanemeya ku wêneyên Erdogan li ser rûpela serekeye û dîktator li ser hatiye nivîsandin.

Dîktator sernavê gotarekê rojname tê de behsa hewldanên Erdogan a destgirtina biryarê li Tirkiê dike û dibêje ku dê Erdogan ber bi ku ve here.

rojnameya Firansî Le Point beriya niha jî ragîhand ku ew ji aliyê hevkarên Erdogan ve rastî astengiyê hatine û ev yek ji ber li ser rûpeleke wê ya sereke wêneyên Erdogan û gotina dîktator li ser hatiye nivîsandin.

(dc)