Zêdeyî 100 şervanî tevlî QSD`ê bûn

Zêdeyî 100 şervanên nû yên ji herêma Tebqayê piştî ku dewreya xwe ya perwrdeya bidawî kirin, tevlî nava refên QSD`ê bûn.

Zêdeyî 100 şervanî tevlî QSD`ê bûn
29 gulan, 2018   07:50

TEBQA

Akademiya Şehîd Rêdûr a li bajarê Cirniyê dewreya 4`emîn a hêzên QSD`ê ku bi navê "Şehîd Birûsk" dabû destpêkirin, bidawî kir. Dewreye bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîm li başûrê bajarê Cirniyê hate lidarxistin. Hevserokê komîteya Parastinên a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Mihemed Xalid, yek ji fermandarên QSD`ê Rojda Felat her wiha fermandar û endamên saziyê sivîl ên bajaroka Cirniya beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê komîteya Parastinê ya Tebqayê Mihemed Xalid di mersîmê de axivî û got ku şêniyên herêmê kesên ku bawerî bi wan tê û ev tişt anî ziman: "Em dewreyekê bi dawî dikin. Em vê dewreyê li şervanan pîroz dikin. Vaye îro erkeke nû ji we re hate dayîn. Pêwîste hûn herêm li hember hemû êrîşên derve biparêzin û erka xwe li hember welat xwe pêk bînin."

Zêdeyî 100 şervanî tevlî dewreya perwerdeyê bû. Di dewreyê de dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn. Dewreya perwerdeyê 30 rojî dewam kir. Di dawiyê de şervanan soza parastina gel û axa welat dan.

(bx/dc)

ANHA