ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.05.2018
29 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê, şervana MLKP‘ê Destan Temûz li goristana Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê bi bîr tîne. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Forma Danûstandinan a ku li ser banga Desteya NY ya Jinan û bi sponseriya Meclîsa Jinên Sûriyeyê, her wiha bi alîkariya Kongreya Star û Rêxistina Zemîna Hevbeş di roja xwe ya duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Perwerde yek ji rêbazên sereke ya pêşxistina hişmendiya civakê ye û rola wê di pêşxistina jiyana miovahiyê de di hemû aliyan de sereke ye. Bi perwerdeyê civakeke azad ava dibe. Li Rojava ku civakê dest bi qonaxa avakirinê kiriye piştî şoreşê perwerde xwedî girîngiyeke mezin e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Buroya Têkiliyan a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Merwan Hesen diyar kir ku di mijara çarserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî partiya wan ji her nêrînan vekirî ne û got ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi aliyên ku baweriya wan bi çareseriyê siyasî re nayê nabe hevkar. (BI WENE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên beşdarî Forma Dandanûstandina ya Jinên Sûriyeyê bubûn girîngiya xurtkirina rola jin civakê de çareserkirinên pirsgirêkên ku jinan rastî wan tên vegotin. (BI WENE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Şaredariyê ya kampa Berxwedan bi hevkariya rêveberiya kampê dest bi avakirina baxekê û bexçeyekî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Beşê Karîgeriya Çandiniyê ya li gundewarê rojhilatê Tebqayê ya li bajaroka El-Mensûra serjimariyekê ji pez, sewal, mirîşk û balindeyan re pêk tîne da ku alîkariya xwedîkirina sewalan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê gelek koperastîfên cotkaran ji nû ve aktîf kirin û van koperatîfan jî 17 pompên avdana zeviyan piştî ku sererast kirin aktîf kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji ber kêmbûna derferan û bilindbûna nirxên madeyên avakirinê wekî çemenot, nexasim piştî aloziya Sûriyê, gelek kes dest bi lêkirina xaniyan ji kelpîça kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Şehbayê amadekariyê vekirina dibistanan  dike. Bi vekirina dibistinana 25 hezar xwendekarên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê xwendina nîvco hiştibûn, tê perwerdeya xwe ya sala 2017-2018 temam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Sekretera Giştî ya Yekîtiya Lîbrelî ya Kurdistanê Ebîr Hesaf diyar kir ku tevî perdeya li ser rûyê dewlên ketina aloziya Sûriyê hatiye rakirin jî lê aloziya Sûriyê kûrtir dibe û destnîşan ku destwerdana wan hêzan rê li ber şerê mezhebî vedike. Ebîr Hesaf her wiha da zanîn ku şerê li Sûriyê ji bilî danûstina gelê Sûriyê wê bi tu rêbazan neyê çareserkirin û bang li hemû aliyan kir pirojeya demorkatîk a Bakurê Sûriyê wekî riya çareseriyê bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA