'Aloziya Sûriyê kûrtir dibe, tenê danûstendin wê çareseriyê bîne'

Sekretera Giştî ya Yekîtiya Lîbrelî ya Kurdistanê Ebîr Hesaf diyar kir ku tevî perdeya li ser rûyê dewlên ketina aloziya Sûriyê hatiye rakirin jî lê aloziya Sûriyê kûrtir dibe û destnîşan ku destwerdana wan hêzan rê li ber şerê mezhebî vedike. Ebîr Hesaf her wiha da zanîn ku şerê li Sûriyê ji bilî danûstina gelê Sûriyê wê bi tu rêbazan neyê çareserkirin û bang li hemû aliyan kir pirojeya demorkatîk a Bakurê Sûriyê wekî riya çareseriyê bibînin.

'Aloziya Sûriyê kûrtir dibe, tenê danûstendin wê çareseriyê bîne'
29 gulan, 2018   04:53

MÎDYA HENAN-SOZDAR CEMÎL/QAMIŞLO

Sekretera Giştî ya Yekîtiya Lîbrelî ya Kurdistanê Ebîr Hesaf derbarê guhertinên demgorafîk ku li ser xaka Sûriyê bi sponseriya Tirkiyê û Rûsiya pêk tê û destwerdana hêzên herêmî û navdewletî ya di aloziya Sûriyê de pirsên ajansa me bersivandin.

*Rûsiya, Tirkiyê û Îranê li ser esasê koçberkirina gelê Sûriyê û guhertina demografîk itîfaqan saz dikin, tiştê li Efrînê pêk hatiye nimûneya herî ber bi çava a wê yekê ye. Armanca van aliyan ji guhertina demografîk çiye?

Aloziya Sûriyê ket sala 8'an de, ji ber destwerdana hêzên derve her ku diçe alozî kûrtir dibe. Kêşeya heyî ji asta gelê Sûriyê derketiye, heger em hinekî pêş de vegeriyan, em ê aloziya heyî li ser qonaxan dabeş bikin. Qonaxa yekem dema şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyê ji bo pêkanîna azadî û aştiyê gel li dijî sîstema serdest serî hilda.

Piştî Tirkiyê, Rûsiya û Îranê destê xwe avêtin rewşa Sûriyê, alozî ket qonaxa xwe ya duyemîn, bi vê yekê re şoreşa gel ji rastiya xwe hate dûrxistin. Sûriyê kirin navenda komên çekdar ên ji hemû aliyên cîhanê. Ji bo berjewendiyên hersê dewletan kar dane meşandin. Dema dewleta Tirk Efrîn dagirkirin, aloziya Sûriyê ket qonaxa sêyemîn. Bi dagirkirina Efrînê re perdeya li ser riwê wan dewletan hate rakirin. Armancên wan ji destwerdna xka Sûryiê hatin zelalkirin. Bêyî di çareseriyê de bifkirin dixwestin berjewendiyên xwe biparêzin û li ser wî esasî kar pêk anîn.

*Xeteriyên guhertina demokratîk û koçberkirina gelê Sûriyê dê çi bandorê li Sûriya pêşerojê bike?

Guhertina demografîk û koçberkirina di Sûriyê de pêk tê, aloziya Sûriyê hîn kûrtir dike. Dê encamên hîn kûrtir bi xwe re bîn e. Piştî çend salan dê rewşa Efrînê jî bibe wekî rewşa Kerkûk beriya çend salan. Welatiyên kurd ên resen ji Kerkûkê dane koçberkirin. Em îro dibîn in ku çawa hêzên heyî nikarin aloziya Kerkûkê çareser bikin. Rewşa Efrînê jî wê wekî ya Kerkûkê lê were. Di be ku pirsgirêka Efrîn hîn kûrtir be. Kesên li Efrînê têne bicihkirin wê nebin şêniyên heêrmê, gelê kurd jî wê qebûl neke ku ew kes bi rehetî wiha li ser xaka wan jiyan bikin.

*Dewleta Tirk Rûsiya û Îranê hewl didin ku civînên Astana bikin anternatîfên Cinêv. Dibe ku ev tişt pêk were?

Rûsiya dixwaze di riya civînên Astana xebatên siyasî li Sûriyê bixe destê xwe. Tirkiyê û Îranê jî di vê yekê de alîkariya wê dikin. Hersê aliyên behsa mijarê komên çete yên terorist di riya civînên Astanan de li Idlibê kom kirin. Niha jî wan li gorî berjewendiyên xwe dixin tevgerê. Heta niha di vê yekê de biserketine. Piştî Astana hewl dan civîna Sutşî jî lidar bixin. Ev civîn ji ber ku sê rojan piştî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê pêk hat.

Lê divê hemû alî baş bizain ku tu riyên çareseriyê bê beşdarbûna hêzên navdewletî û sponseriya NY dê pêk neyê. Divê hemû hêzên herêmê yên Sûriyê û bi taybet gelê kurd beşdarî danûsteninên çareseriyê bibin.

*Heger berjewendyên hêzên ketina şoreşa Sûriyê hatin beranberî hev, wê alozî ber bi ku ve biçe?

Şerê di riya wekîlan li ser bi dawî bû. Riwê dewletn destwerdanê kiriye derket û diyar bû çawa ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Niha êdî destwerdana wan bûye yekser, ji ber vê yekê rewş li Sûriyê kurtir bû. Destwerdana van dewletan rê li ber şerekî tayîfî û mezhebî vedike. Em dikarin bibêjin ku aloziya Sûriyê ji çarçoveya dewleta Sûriyê derketiye.

*Di dema geşedanên heyî li Sûriyê pêk tên, ji bo çareseriyê çi ji gelê Sûriyê tê xwestin?

Ji ber destwerdana hêzên herêmî û navdewletî aloziya Sûriyê êdî nema di destê gelê Sûriyê de ye. Lê çiqasî şer li Sûriyê pêk hatin, divê hemû alî bizanin ku şer aştiyê nayîne. Şerê heyî ji bilî danûstendina gelê Sûriyê ya li ser maseyê wê bi dawî nebe. Çareserî di vê di riya gelê Sûriyê de pêk were. Lewma divê hemû hêzên heyî, hêza xwedî pirojeya demokratîk a li Bakurê Sûriyê bibîn in. Ji ber ew dikare bibe riya çareserkirina alzoiya tevahiya Sûriyê.

(dc)

ANHA