Aloziya Sûriyeyê pîşeyeke windayî vegerand

Kêmderfetên kar û dijwarbûna wergirtina debarê di salên aloziya Sûriyeyê de hişt ku hin pîşeyên ku winda bûne careke din vegerin. Bilindbûna buhayên avakirina xaniyan bi çementoyê hişt ku gelek welatî xaniyên xwe bi heriyê ava bikin.

Aloziya Sûriyeyê pîşeyeke windayî vegerand
Aloziya Sûriyeyê pîşeyeke windayî vegerand
Aloziya Sûriyeyê pîşeyeke windayî vegerand
29 gulan, 2018   04:15

EHMED EL-KEMYAN – MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Pîşekariya firotina pêdiviyên avakirina xaniyên ji heriyê yek ji pîşekariyên kevin li kantona Girê Spî ye û pêdiviya wê bi sermiyaneke mezin tune ye, her wiha çanda herêmê ya vedibêje. Di salên beriya aloziya Sûriyeyê de ji ber pêşketina şêwaz û rêbazên avakirinê û derketina çemento ev pîşe heta asteke mezin winda bû.

Lê di salên aloziya Sûriyeyê de ev pîşe ji nû ve derket, namze ji ber bilindbûna buhaya çementoyê.

Welatiyên gundewar ji dema ku dest ji jiyana koçbertiyê berdane û kon ji xwe re ava dikirin dest bi avakirina xaniyan kirin. Her wiha ji ber erzanbûna rêbazên avakirina xaniyên bi heriyê kêmtir e gelek welatî xaniyên xwe ji heriyê ava dikin.

Pêdiviya avakirina xaniyekî ji heriyê bi kelpîçên heriyê hene û banê xanî jî bi pûş ava dikin.

Mihemed Ebdilxelef beriya 20 salan di pîşeya firotina pêdiviyên avakirina xaniyên ji heriyê de dixebite û di van salên dawî de dîsa vegeriya pîşeya xwe û ji ajansa me ANHA'yê re axivî û wiha got: "Di van salên dawî de gelek welatî pêdiviyên avakirina xaniyan bi heriyê ji ba min dikirin.

Mihemed destnîşan kir ku di vê pîşeyê de jî gelek pêşketin pêk hatine, ango pencere, derî û banê xaniyan.

Mihemed di berdewama axaftina xwe de got ku xwestina pûşê banên xaniyan di van demên dawî de zêde bûye. Her wiha gelek caran weke dîkor tên bikaranîn.

Mihemed diyar kir ku buhaya hesîreke bandiyan 1200 heta 2000 lîreyên Sûriyeyê ye.

(jh)

ANHA