Kesên madeyên hişbiriyê li gel wan hatin dîtin hatin girtin

Hêzên Asayîşa Hesekê du bazirganên hebên hişbiriyê girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê jî du kes ku li gel wan 9 hezar hebên hişberiyê hatin dîtin girtin.

Kesên madeyên hişbiriyê li gel wan hatin dîtin hatin girtin
Kesên madeyên hişbiriyê li gel wan hatin dîtin hatin girtin
Kesên madeyên hişbiriyê li gel wan hatin dîtin hatin girtin
Kesên madeyên hişbiriyê li gel wan hatin dîtin hatin girtin
Kesên madeyên hişbiriyê li gel wan hatin dîtin hatin girtin
Kesên madeyên hişbiriyê li gel wan hatin dîtin hatin girtin
28 gulan, 2018   14:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Asayîşa Hesekê, Buroya Têkoşînê ya Li Dijî Sûcên Rêxistinî duh du kes yek ji wan nûnerê dermanxaneyan e ku bazirganiya hebên hişberiyê dikirin girtin.

Asayîşê diyar kir ku li gel her du kesan 200 pakêt hebên hişbiyê (Oxy Codon) û 200 pakêt hêbên hişberiyê yê (Hexol) hatin dîtin û ji aliyê Buroyê Têkoşînê ya Li Dijî Sûcên Rêxistinî ve hatin desteserkirin.

Piştî lêpirsînê, her du kes sewqî Komîteya Dadê hatin kirin.

Li Reqayê jî, Hêzên Ewlekariyê Hundirîn duh mijqdareke hebên hişbiriyê ya Capitol desteser kirin û xwediyê wê girtin.

Endamê Beşê Lêpirsînê ya Buroya Giştî ya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinî  diyar kir ku li gel (M.H) û (S.H) 9 hezar hebên hişbiriyê ên Capitol hatin dîtin û her du kes girin û hebên hişbiriyê desteserkirin.

(bb)

ANHA