Şandeyek Elmanî gihişt Rojava

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê şandeyek ji Elmaniya ku bi armanca şopandina rewşa herêmê derbasî Rojava bûye,pêşwazî kir.

Şandeyek Elmanî gihişt Rojava
28 gulan, 2018   13:18

NAVNEDA NÛÇEYAN

Şandeyek ku ji Perlemanterên Elman û Endamê Partiya Çep a Elmaniya, her wiha hejmarek akademisyen pêk tê di Deriyê Sêmalka a di navbera Başûr û Rojava re derbasî Rojava bûn. Şande ji aliyê Cîgirê Serokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma cizîrê Fener El-Giêt û Seroka Desteya Jinan Emîna Umer ve hate pêşwazîkirin.

Fener El-Giêt da zanîn ku hemû desteyê Rêveberiya Xweser amadene kar û xebatên şandeya Elmanî  ku bi armanca şopandina rewşa  Bakurê Sûriyê hatiye, bikin.

Şandeyê ji Sêmala berê xwe dan Navenda Desteya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo, li vir jî Hevseroka Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê SÎham Qiryo pêşwaziya şandeyê kir. li vir jî dê bernameya serdana şandeyê were danîn û hevkariya di navbera desteya şandeyan de were destnîşankirin.

(dc)

ANHA