Şandeya Elman: Ji bo têkbirîna siyasetên li dijî Efrînê em ê bixebitin

Şandeya Elman diyar kir ku ew ê ji b têkbirina siyastên Tirkiyê û Elman ên li dijî Efrînê bixebitin.

Şandeya Elman: Ji bo têkbirîna siyasetên li dijî Efrînê em ê bixebitin
28 gulan, 2018   15:07

QAMIŞLO

Şandeyek ku ji Perlemanterên Elman û Endamê Partiya Çep a Elmaniya, her wiha hejmarek akademisyen pêk tê di Deriyê Sêmalka a di navbera Başûr û Rojava re derbasî Rojava bûn.  Şande ji aliyê Cîgirê Serokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê Fener El-Giêt û Seroka Desteya Jinan Emîna Umer ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê di serî de serdana Avahiya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo kir û li vir jî ji aliyê Hevseroka DesteyaTêkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê Sîham Qeryo, Şêwirmedana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed û Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Ilyas Seydo ve hate pêşwazîkirin.

Endamên şandeyê spasiya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku pêşwaziya wan kir kirin û diyar kirin ku ew hatin Rojava da ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji nêz ve bişopînin û parastina wê bikin.

Şandeyê got, "Agahiyên me hene ku dewleta me piştgiriyê daya dewleta Tirk da ku Efrîn dagir bikin. Ev cihê mixabiniyê ye. Ji bo têkbirina siyasetên Elman û Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê em ê bixebitin. Di heman demê de em dixwazin sûdê ji vê tecrûbeyê bigirin û ji her aliyan nas bike da ku li welatê xwe pêk bînin."

Tê payîn ku dê şande serdana saziyên rêveberiyê yên li navçeya Amûdê, Kobanê û Minbicê bike.

(bb)

ANHA