Qonaxa duyemîn a xebatên jinûve avakirina Reqayê destpê kir

Komîteya Xizmetguzarî ya Şaredariya Gel a Reqayê dest bi temîrkirina xetên kenalizyonê yên bajarê Reqayê kir.

Qonaxa duyemîn a xebatên jinûve avakirina Reqayê destpê kir
28 gulan, 2018   13:09

EMÎNA EL-ELÎ/REQA

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê qonaxa duyemîn a xebatên jinûve avakirinê da destpêkirin. Komîteyê dest bi temîrkirina kenalizyonên bajar kir. Ev piştî ku av li bajar hate belavkirin. Bi vê yekê pirsgirêkên kenalizyonê diyar bûn.

Ekîbên kar ji xetên sereke yên kenalizyonê ya li kolana Mensûr a taxa Seyf El-Dewle de pêk hat.

Serokê Şaredariya Gel Ehemed Îbrehîm derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got ku şaredariyê dest bi temîrkirina tureyên kenalizyonê kir, xetên şikestî têne temîrkirin û wiha dom kir: "Piştî me av da 75 ji sedî ji taxên bajar pirsgirêkên kenalizyonê diyar bûn. Me di roja din de av qut kir, da ku karker karibin xebatên xwe pêk bînin. Li gorî pîlana me divê 4 mehan hemû xetên kenalizyonê werin temîrkirin. Mesrefa wê jî dê 700 hezar dolar be."

Îbrehîm di dawiya axaftina xwe de jî got ku dibe demek kurtir pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bi rêxistinên alîkariyan re bikevin nava têkiliyê."

(dc)

ANHA