Xwendekarên Lîsê yên Girê Spî ketin ezmûnên dawiya salê

Xwendekarên lîsê bi herdû beşên xwe yên wêjeyî û zanistî li kantona Girê Spî dest bi ezmûnên dawî yê salê ya xwendinê kirin.

Xwendekarên Lîsê yên Girê Spî ketin ezmûnên dawiya salê
Xwendekarên Lîsê yên Girê Spî ketin ezmûnên dawiya salê
Xwendekarên Lîsê yên Girê Spî ketin ezmûnên dawiya salê
28 gulan, 2018   12:18

GIRÊ SPÎ

51 xwedekarên beşê zanistî û 41 xwendekarên beşê wêjeyî deste bi ezmûnan dawiya sale kirin. komîteyek ji 5 kesan hate avakirin da ku ezmûnan bişopînin.

Hatiye payîn wê ezmûn heta 21`ê Hizêranê dewam bikin. Ezmûn li dibistana Ehmed Yasîn a navenda Girê Spî tê lidar xistin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) Mihemed Derwîş diyar kir ku biranşê perwerdeyê li kantonê li gorî sîstema federaliyê ye û ev tişt anî ziman: "Di çarçoveya vê sîstemê de ezmûn nin in. Lê di vê salê de em neçar man ku ezmûnan çêbikin. Ji ber xwendekaran nikarîbûn li gorî biranşê nû biçin ezmûnan."

Komîteya Perwerdeyê ya Bakurê Sûriyê biranşekî nû  di hemû beşên xwendinê de li herêmên Bakurê Sûriyê di vê salê de derxist. Li gorî sîstema nû ezmûn êdî nema di dawiya salê de tên lidar xistin. Mamûste û rêveber dikarin li gorî tevîbûna xwendekar ji dersan re wê binirxînin û li gorî wê xwendekar biser dikeve.

(bx/dc)

ANHA