Şaredariya Tebqayê parka zarokan çêdike

Piştî ku qonaxa yekemîn a çêkirina parka taxa Duyemîn a bajarê Tebqayê bi dawî bû, lîstokgeha zarokan a parkê bi zarokan dagirtî ye, nemaze piştî ku demsala xwendinê bi dawî bû û bihinvedana havînê dest pê kir.

Şaredariya Tebqayê parka zarokan çêdike
Şaredariya Tebqayê parka zarokan çêdike
Şaredariya Tebqayê parka zarokan çêdike
28 gulan, 2018   09:00

EBDILREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Di çarçoveya kar û xebatên Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê de, şaredariyê qonaxa yekemîn a çêkirina parka taxa Duyemîn a bajêr amade kir gelek alavên lîstokan di lîstokgeha zarokan de siwar kirin. Şaredariyê diyar kir ku projeya wan a amadekirina parkê hêjî bi dawî nebûye.

Park li ser rûpîvaneke nêzî 500 mître karê hatiye avakirin û têde gelek dar hatine çandin. Şaredariyê gelek darên hişk jî hilkirin û li şûna wan darên nû çandin. Şaredarî di parkê de her wiha gelek darên xemlandinê çandine.

Zarokên taxê û malbatên wan bi çêkirina vê parkê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Zarokên Tebqayê di serdema aloziya Sûriyeyê de nemaze di serdema dagirkeriya DAIŞ'ê de ji lîstok û kêfxweşiyê bê par mabûn.

ANHA