Lîna Berekat: Tirkiye li Efrînê sûcên şer pêk tîne

Kordîneya Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat diyar kir ku Tirkiye bi riya revandin, destdirêjî û kuştina welatiyan li Efrînê sûcên şer pêk tîne û welatiyên Efrînê yên resen neçarî koçberiyê dike û li şûna wan biyaniyan bi cih dike.

Lîna Berekat: Tirkiye li Efrînê sûcên şer pêk tîne
28 gulan, 2018   08:53

SOZDAR CEMÎL – MEDYA HENAN / QAMIŞLO

Di çarçoveya helwestên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê, Kordîneya Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat piştî civîneke çapemeniyê ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê duh di derbarê destdirêjiya dagirkeran li dijî jinên Efrînê de lidar xistibû, da xuyakirin ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê bawer in û tenê diyalogê rêbaza vê çareseriyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de dibînin. Lîna Berekat banga cezakirina sûcdaran kir û got ku ew amade ne belgeyên girêdayî destdirêjiya dagirkeran radestî aliyên navnetewî bikin.

Lîna Berekat behsa destdirêjiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û got ku ne tenê li Efrînê pêk tên, lê belê li hemû deverên Bakurê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê de ne û got ku dewleta Tirk roleke neyînî di aloziya Sûriyeyê de list û wiha anî ziman: "Tirkiyeyê bi alîkariya xwe ya bi terorîstan re û perwerdekirina wan aloziya Sûriyeyê kûrtir kir."

Lîna Berekat da zanîn ku komployên serokê dewleta dagirker a Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan li ser gelê Sûriyeyê metirsiyeke mezin e û di encamê de bêtir welatiyên Sûriyeyê dê bêne kuştin û temenê aloziya Sûriyeyê dê dirêjtir bibe.

Lîna Berekat di berdewama axaftina xwe de got ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê li dijî dagirkirina axa Sûriyeyê tevdigere û wiha got: "Piştî ku Tirkiye herêma Efrînê dagir kir, li Efrînê gelek kiryarên qirêj pêk anîn. Ên weke revandin, destdirêjî û kuştin û guhertina demografîk."

Lîna Berekat destnîşan kir ku Tirkiye welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê dike û li şûna wan welatiyên ji Xota, Idlib, gundewarên Dîmeşq, Humis û Hemayê bi cih dike û bê vê hewldana xwe guhertineke demografîk bi rengekî mezhebî û etnîkî pêk tîne û wiha domand: "Evan siyasetên Tirkiyeyê li hemberî aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de metirsiyeke mezin e. Kiryarên Tirkiyeyê li Efrînê di asta 'sûcên şer' de ne."

Lîna Berekat behsa jêderên serjimariyên ku wan bi dest xwe ve anîne kir û got ku evan serjimarî ji rêxistinên mirovahî yên di Sûriyeyê de dixebitin wergirtine û hin belge Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi xwe piştrast kirine.

Lîna Berekat diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve jinên Sûriyeyê para herî mezin a êş û trajediyê wergirtine û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Jin ji perwerdehî û tenduristiyê bê par ma û neçar ma koçber bibe. Her wiha rastî şêwazên cûda yên îşkenceyê hat. Her wiha li hemberî destdirêjî, kirîn û firotinê û kuştinê rû bi rû dima."

Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê parastina mafên jinên Sûriyeyê dike û hewl dide sûcdaran ceza bike.

Meclîsa Jinên Sûriyeyê duh di derbarê destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê de daxuyaniyek belav kir û li gorî daxuyaniyê dagirkeran 119 jinên Efrînê revandine û 6000 çekdar û malbatên wan di malên Efrîniyan de bi cih kirine.

ANHA