ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.05.2018
28 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker pereyan ji welatiyên Efrînê yên dixwazin vegerîn malên xwe distînin. Li aliyekî ji welatiyên gundê Kurzêlê yên ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin navên hinekan hatin naskirin. (BI WÊNE)

- Endamê Revêber ê Yekîtiya Koperatîfan a Herema Cizîrê Reşad Kaymaz diyar kir ku aboriya dewleta Tirkiyê bi yek destî tê meşandin û ber qeyranê ve diçe. Kaymaz got ku ji bo ku aboriya Tirkiyê baş bibe pewîste di serî de pirsgireka gelê Kurd çareser bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclîsa El-Curniyê dest bi jimartina zeviyên çandiniyê dike û destûrên çandiniyê di çarçoveya alîkariya bi xebatên çandiniyê li herêmê de pêşkêşî cotkaran dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a bajarê Reqayê bi hemû komîteyên xwe ji bo xizmeta welatiyan bê navber dixebite û di nava demeke kurt de gavên mezin avêt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mewsimê hilbirîna ceh li kantona Şehbayê dest pê kir. Berheme îsal li beramberî sala derbasbûyî de ji sedî 50 daket. Li gel vê kêmbûnê jî embarên tunene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA