Li Reqayê hezar û 500 pirtûkên bi nirx hatin dîtin

Li Reqayê di xebatên rakirina bermahiyan de hezar û 500 pirtûkên derbarê bijîkşa mirovan yên bi nirx hatin dîtin.

Li Reqayê hezar û 500 pirtûkên bi nirx hatin dîtin
Li Reqayê hezar û 500 pirtûkên bi nirx hatin dîtin
Li Reqayê hezar û 500 pirtûkên bi nirx hatin dîtin
28 gulan, 2018   05:10

EMÎNA EL-ELÎ/REQA

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê hezar û 500 pirtûkên ku li navenda sendîqaya Endiziyaran a berê ku li nêzî nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê ye, dîtin. Pirtûkên ji bin bermahiyan hatin derxistin derbarê bijîşkiya mirovan bû.

Endamên komîteyê destnîşan kirin ku pirtûkên hatine dîtin pir bi nirixin û buhayê her pirtûkekê derdora 100 hezar lîreyên Sûriyê ne. Hate gotin ku piraniya pirtûkan bi zimanên Firansî û Ingilîzî ne.

Komîteyê pirtûk birin navneda Komîteya Çand û Hunerê ya Melcîsa Sivîl a Reqayê da ku li wir parastina wan bike û di salên pêş de sûd ji wan pirtûkan were girtin.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê Ebdulah El-Xelef derbarê mijarê de got ku ew xebatên xwe yên lêgerînê didomîn in û ev tişt anî ziman: "Em hîn di bin bermahiyên dibistan û navendên çandê digerin."

(dc)

ANHA