Pêdiviya xizmetguzariya Reqayê bi pilankirineke baş heye

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê bi hemû komîteyên xwe bê navber xebatên xwe berdewam dikin da ku xizmeta welatiyan bike. Serokê Şaredariya Gel a bajêr got ku pêdiviya pêşxistina rewşa xizmetguzariyê bi pilan û xebateke mezin heye.

Pêdiviya xizmetguzariya Reqayê bi pilankirineke baş heye
28 gulan, 2018   04:30

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Piştî ku bajarê Reqayê di 1'ê Mijdarê de de hate rizgarkirin, Şaredariya Gel xebatên xwe bi 10 endaman da destpêkirin û di 17'ê Sibata 2018'an de vekirina şaredariyê bi awayekî fermî hate ragihandin û ji wê demê ve tevî hemû kêmderfetan hewl dide bi riya komîteyên xwe yên cûda weke "Komîteya Avê, Komîteya kanalîzasyonan, komîteya Hawîrdor û Parkan û komîteya Çavdêriyê" hewl dide rewşa xizmetguzariyê di bajêr de pêş bixîne.

Bajarê Reqayê ku ji sedî 60 ji avahiyên û binesaziya wê hilweşiya ye. Şaredariya Gel  di destpêkê de xebatên xwe li taxa El-Meşleb dane destpêkirin û hemû bermahiyên hilweşiyayî û şer ji taxê rakirin. Niha jî di giştî bajêr de dixebite.

Di meha gulana 2018'an de Şaredariya Gel gelek xebat û projeyên xizmetguzariyê pêk anîn. Hin ji van xebatan ev in.

Toreya ava vexwarinê ji sedî 75 hate sererastkirin

Şaredariya Gel ji destpêka rizgarkirina bajêr ve toreya ava vexwarinê û kanalîzasyonê sererast dike û niha ji sedî 75 ji toreya ava vexwarinê sererast kiriye û av ji taxên "El-Bedo, kolana El-Wadî, devera parka El-Reşîd, çerxeriya El-Nehîm, kolana El-Qîtar û Postexaneya El-Derhiyê" re peyda kir.

Şaredariyê her wiha nîvê riyên hatûçûnê û parkên weke El-Reşîd, El-Bustan, El-Beyda û El-Beceha sererast kirin û darên têde hişk bûne hilkirin û gelek dar têde çandin.

Komîteyên girêdayî şaredariyê her wiha kenarên riyên sereke paqij kirin û boyax kirin.

Bi armanca belavkirina hişmendiyê û şîrovekirina girîngiya parastina paqijiyê, Şaredariyê li gelek deverên sereke yên bajêr tabloyên zaniyariyê daliqandin.

Tax hatin dermankirin

Şaredariyê bi armanca rêgirtina li pêşiya nexweşiya Laşmaniyayê hemleyeke dermankirina taxan da meşandin. Koalîsyona Navnetewî jî di meha Gulanê de alîkarî bi Şaredariya Gel re kir û alav jêre peyda kirin: "9 Tireks, 8 bozêng (qelabe) û 5 panzêrên avê" Meclîsa Sûriya Demokratîk jî gelek alav ji şaredariyê re peyda kirin.

Pêdiviya pêşxistina xizmetguzariyê bi pilanekirinê heye

Serokê Şaredariya Gel a bajarê Reqayê Ehmed Îbrahîm girêdayî mijarê ji ajansa me ANHA'yê re axivî û da zanîn ku Şaredariya wan di destpêkê de ti alîkarî bi wê re nehat kirin û piştî ku daxwaz ji Meclîsa Sivîl a Reqayê hate kirin, hin alîkarî ji wan re hatin, nemaze piştî daxwaza welatiyan a sererastkirina kanalîzasyonê zêde bûn.

Ehmed di axaftina xwe de got ku sererastkirina çerxeriya El-Delê gelekî girîng e nemaze ji ber ku çanda herêmê vedibêje û xebatên sererastkirina wê dê di demeke nêzîk de bi dawî bibin.

Ehmed El-Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got ku ew rastî gelek astendiyan di xebatên xwe de hatine, ji ber ku asta wêrankirina bajêr ji aliyê DAIŞ'ê ve mezin e û pêdiviya pêşxistina rewşa xizmetguzariyê di bajêr de bi pilankirineke baş heye.

(jh)

ANHA