Şandeyek ji Bakurê Sûriyê serdana Misir kir

Şaneyek ji Bakurê Sûriyê bi armanca nirxandina rewşa Sûriyê û pêwîstiya lidarxistina Kongreya Qahîre-3 serdana dewleta Misr kiriye.

Şandeyek ji Bakurê Sûriyê serdana Misir kir
24 gulan, 2018   08:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji ajansa me (ANHA) re diyar kir ku şandeyek ji Bakurê Sûriyê ku ji Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM Aldar Xelîl, Cîgirê Melîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Hisên Ezam, Endama Desteya Rêveber a Bakruê Sûriyê û Endama Rêveber a Komeleya Çandî ya Suryaniyan Elîzabêt Goriye pêk tê, serdana Cimhûriya Erebî ya Misr kiriye. Şande bi berpirsên Wezareta Derve ya Msirê re hevdîtin pêk anîn.

Heman çavkanî destnîşan kir ku herdû aliyan geşedanên dawî yên li Sûriyê û rola Misr a mezin û çalak di herêmê de nîqaş kirine. Her wiha helwesta Misr derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê re hate nirxanidn.

Her wiha di nava nîqaşan de girîngiya lidarxistina Kongreya Qahîra-3 ji bo danûstendinan. Di dawiya hevdîtinê de jî girîngî hate gotin ku hevdîtin dewam bikin û hate destnîşankirin ku pêwîste hevdîtinên bi vî rengî dewam bikin.

(dc)

ANHA