Welatiyên Reqa rojên reş ên serdema DAIŞ'ê jibîr nakin

Ev bêtirî şeh mehan bajarê Reqa ji destên çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin, lê hêjî wêneyên rojên reş ên serdema DAIŞ'ê di mijiyê welatiyan de daliqîne.

Welatiyên Reqa rojên reş ên serdema DAIŞ'ê jibîr nakin
Welatiyên Reqa rojên reş ên serdema DAIŞ'ê jibîr nakin
Welatiyên Reqa rojên reş ên serdema DAIŞ'ê jibîr nakin
Welatiyên Reqa rojên reş ên serdema DAIŞ'ê jibîr nakin
24 gulan, 2018   08:18

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Welatiyên Reqayê di serdema dagirkeriya DAIŞ'ê de rastî trajedî, kuştin û êşkenceyên cûda dihatin. Çeteyan qanûnên xwe yên taybet li ser welatiyan ferz dikirin û kesên qanûnên wan bin pê dikirin rastî kuştin û îşkenceyan dihatin.

Piştî  rizgarkirina bajarê Reqayê hêjî wêne û dîmenên hovîtiya çeteyan di mijiyê welatiyan de daliqîne.

Welatiya bi navê Emşa El-Zîb ji taxa El-Meşleb e û çeteyan destê kurê wê bi hincetên cûda jê kirin û serpêhatiya xwe wiha bi bîr anî: " Çeteyan kurê min girtin. Ez rojane diçûm ba wan da ku kurê min serbest berdin. Lê çeteyan her tim pere ji min dixwastin."

Emşa neçar ma ku zêrên xwe bifiroşe û milyon lîreyên Sûriyeyê bide çeteyan, lê dema çeteyan kurê wê serbest berdan matmayî ma ku çeteyan destê wî yê rastê jê kiribûn.

Emşa bi dilekî bi êş serpêhatiya xwe bi bîr tîne û wiha anî ziman: "Di serdema dagirkeriya çeteyan de em ji wan tiştekî îslamiyetê fêr nebûn, lê berûvajî wê em fêrî kuştin, îşkence û revandina jinan û teqînan bûn."

Esma Taha jineke ciwan a 18 salî serpêhatiya xwe vegot û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê her tim bi ser wê û hevserê wê de dihatin û di dawiyê de di 26'ê mijdara 2016'an de dema ku hevserê wê diçû bazarê da ku şîr ji zarokê xwe re bîne, venegeriya malê û wiha bi bîr anî: "Piştî 4 rojan çeteyan ji min re gotin ku hevserê te li ba me ye û ji ber ku şerê endamekî wan kiriye li ba wan hatiye girtin. Ez çûm navenda wan da ku tiştekî di derbarê hevserê xwe de nas bikim, lê çeteyan tiştek ji wan re negot û ji wê demê ve ez nizanim ka hevserê min mirî ya zindî ye."

Serpêhatiyê jinan (sebiyan) cûda ne

Kirîn û firotina jinan û kuştin û îşkencekirina wan aliyekî trajediya welatiyên Reqayê û bi taybet jinan bû. Fewza xwediyê dukaneke xemlandina jinan bû diyar kir ku ew rastî jineke Êzdî hatiye û guhdariya serpêhatiya wê kiriye û wiha got: "Çeteyekî DAIŞ'ê jinek anî dukana min û ji min xwest ez porê wê boyax bikim. Ez bi jina Êzdî re axivîn lê wê bi zimanê Erebî ne dizanî û got ku çeteyan ew ji xwe re kirîne dê bi wê re bizewicin. Her wiha behsa îşkenceya çeteyan kir."

Ji DAIŞ'ê reviya lê zarokên wê di çem de fetisîn

Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bajêr ve nêzîk bûn, çeteyên DAIŞ'ê welatiyên sivîl ji xwe re weke mertalên zindî bikar dianîn. Herba El-Mistefa yek kesên ku hewl da zarokên xwe ji çeteyan rizgar bike ye û xwe li ava çemê firatê xist, lê zarokên wê di avê de çûn û fetisîn.

Herba bi dilekî bi êş wiha  dibêje: "Ez bi tenê mam û bi êşa xwe re jiyan dikim. DAIŞ'ê ji bilî mirinê tiştek ji me re neanî." 

ANHA