Ciwanê Hesekê li dijî dagirkeriyê û tecrîdê meşiyan

Bi Sedan ciwanên PYD'ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Efrînê re û li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan.

Ciwanê Hesekê li dijî dagirkeriyê û tecrîdê meşiyan
Ciwanê Hesekê li dijî dagirkeriyê û tecrîdê meşiyan
24 gulan, 2018   07:51

HESEKÊ

Ciwanên PYD'ê yên Hesekê di çarçoveya hemleya "Berwedan Jiyan e" ku bi aramnca piştgiriya "Berxwedana Serdemê" û li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye verizkirin, meşiyan.

Ciwanan alên PYD û pankarên bi nivîsên "Berxwedana Serdemê destpêkirina tunekirina serdestan e….Azadî ji Rêber APO re vekiribûn."

Meşvan ji kolane sereke ya taxa Miftî destpê kir. Ciwanên ku bê navber diruşme beriz dikirin heta navenda Çand û Hunerê ya Xabûr meşiyan.

Li vir ciwan kom bûn û deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan. Paşê jî axaftin hatin kirin. Endamên Rêveber ê Ciwanên PYD'ê Albîn Hemo û Kîm Eymen axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser rola ciwanan di avakirina civakê. Di daxaftinan de her wiha hate erka dikeve ser milê ciwanan bibîr xistin.

Di dawiya çalakiyê de ciwanan xelekên govendê gerandin û bê navber diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê beriz kirin.

(dc)

ANHA