'Armanca partiya Sûriya Pêşerojê parastina yekîtiya Sûriyê ye'

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan diyar kir ku ew ê yekîtiya xaka Sûriyê biparêz in û destnîşan kir ku pêwîste rijandina xwînê were rawestandin û mîrasê Sûriyê were parstin.

'Armanca partiya Sûriya Pêşerojê parastina yekîtiya Sûriyê ye'
'Armanca partiya Sûriya Pêşerojê parastina yekîtiya Sûriyê ye'
23 gulan, 2018   12:22

GIRÊ SPÎ

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrehîm El-Qeftan di civîna ku partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca pênasîna rêgezên xwe ji şêniyên bajarê Girê Spî re lidar xist axivî.

Civîn li salona El-Enaş a Girê Spî bi beşdarbûna dehan welatiyên bajar hate lidarxistin. Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan di civînê de axivî û got ku armanca xebatên wan parstina yekîtiya xaka Sûriyê ye, her wiha parstina gelê û nirxên wê ye.

Di berdewama civînê de mijara têkiliya di navbera wan û partiyên din de jî bû mijara nîqaşan û hate gotin ku ew ê hewl bidin ku Sûriyê bighîn in ewlekariyê.

Civîna Girê SPî di çarçoveya rêzecivînên ku Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca pênasîna partiya xwe li herêmên Bakurê Sûriyê lidar dixin pêk hatiye.

(dc)

ANHA