Şêniyên Şêxmeqsûd: Em ê berxwe bidin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrîşa çeteyên Artêşa Tirk a dagirker a li ser taxa Şêxmeqsûd şermezar kirin û gotin: "Bê dengî û helwesta hêzên navdewletî nîşan dide ew topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê, erê dikin. Em ê li dijî wan liber xwe bidin."

Şêniyên Şêxmeqsûd: Em ê berxwe bidin
23 gulan, 2018   12:12

ARŞÎN NECAR-EHMED REŞÎD/HELBE

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê bi navê "Ehrar El-Şam û Nûredîn El-Zengî yên li bajaroka Kefer Hemra ya bakurê Helebê duh taxa Şêxmeqsûd bi hawanan topbaran kirin. Di encamê de jinek jî di nav de sê welatî birîndar bûn. Her wiha ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbû.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd derbarê êrîşa li ser taxê ji ajansa me re axivîn û gotin ku topbrana taxê helwesta dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.

Jina bi navê Fatma Mustefa Hesen derbarê mijarê got ku ne ji mafê Erdogan e ku sivîlan topbaran bike û ev tişt anî ziman: "Çi gunehê welatiyên sivîl in ku wan topbaran dikin. Tu têkiliya sivîlan qadên şer de nîne. Ma tu kes nikare sînorekî ji dewleta Tirk re dîne?. Êdî bes e divê dewletên mezin ji bo parstina sivîlan ji bê dengiya xwe derkevin."

Fatma Mustefa di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku ji dema aloziya Sûriyê destpê kiriye û heta niha gelek caran taxa Şêxmeqsûd rastî êrîşan hatiye û her li ber xwe daye û ev tişt anî ziman: "Em ê îro jî li beranberî topbarana wan liber xwe bidin."

'Topbarana di dema nimêja terawîha de pêk hat'

Welatiyê bi navê Xelîl Mihemed ê mala wî hate topbarankirin jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Duh saet di 22.30'an de ez tevî malbata xwe li malê bûm. Nişkave me dengê topan bihîst. Mala me jî hate topbarankirin. Di encamê de ziyanên madî çêbû."

Xelîl, di berdewama axaftina xwe de jî got ku nabe di vê meha pîroz de kiryarên wiha pêk bîn in û ev tişt anî ziman: "Ev kar di meha Remezanê de ne pêkane. Ev di tu olanan de nabe. Çawa di vê meha pîroz de êrîşî sivîlan dikin. Em êrîşên wan bi tundî şermezar dikin."

Jina bi navê Zeyneb Gul Diwad êrîşa li ser taxa Şêxmeqsûd şermezar kir û wiha got: "Beriya niha gelek caran taxa Şêxmeqsûd a Helebê gelek caran rastî êrîşê hatiye. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûne. Duh jî careke din çeteyan êrîşên xwe dewam kirin. Em êrîşên wan ku di meha Remezanê de pêk hatiye, bi tundî şermezar dikin."

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de pirsyar kir û wiha axivî: "Ka NY û rêxistinên mafê mirovan ji kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wan a li dijî sivîlan li kur in?Bê dengiya wan nîşan dide ku ew jî êrîşê erê dikin."

(dc)

ANHA