QSD li Dêrazorê yekem foca leşkerî ragîhand

Hêzên QSD'ê piştî dewreya perwedeyê ku bi beşdar bûna 210 şervanan hatibû destpêkiri, bi dawî kir, li Dêrazorê yekem foca leşkerî ya li herêmê ragihand.

QSD li Dêrazorê yekem foca leşkerî ragîhand
23 gulan, 2018   12:51

DÊRAZOR

QSD'ê li herêma Dêrazorê dewreya perwerdeyê ku bi tevlîbûna 210 şervanan hatibû destpêkirin bi dawî kir. Dewreya ku 60 rojan dewam kir bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîm bi beşdarbûna fermandar û şervanên QSD'ê hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir.  Di merasîmê de yekem foca leşkerî li herêma Dêrazorê hate ragîhandin.

Hêzên QSD'ê hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê didomîne. Bi sedan ciwanên herêmê tevlî hêzên QSD'ê bûne.

(dc)

ANHA