Îsraîl bargehên Hemasê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê di çarçoveya bersivdayîna derbasbûna Filistîniyan a heêrmaên Israîlê bargehên Hemas ên Xezayê bomebebaran kir.

Îsraîl bargehên Hemasê bombebaran kir
23 gulan, 2018   08:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya di navbera Îsraîlê û gelê Filistînê ya li Xezayê ji 30'ê adarê dema welatiyên Filistînê dest bi çalakiyên "Meşa Vegerê" kirin. Ev çalakî bi armanca redkirina biryara Serokê Amarîka ya veguhestina sefaretxaneya Amarîka ya Îsraîlê ji Til Ebîb ber bi Qudsê ve, dest pê kir.

Di encama aloziyê de 118 welatiyên Filiîstnê jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn.

Artêşa Israîlê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku balafirên wan ên şer derbeyên li bargehên Hemasê yên li Xezayê dan û got ku wan 2 bargehên leşkerî bombebaran kirin.

(dc)