50 sal in berberiyê dike

Mistefa Bêrî welatiyekî Kobanê ye û 72 salî ye û yek ji berberên herî kevin di bajarê Kobanê de ye. Welatiyên Kobanê jêre dibêjin "Miçoyê Berber". Miço ji ciwantiya xwe ve pîşekariya berberiyê dike û porê nifşên cûda yên welatiyên Kobanê çêkirine.

50 sal in berberiyê dike
23 gulan, 2018   08:47

CUMA MIHEMED – ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Yek ji berberên Kobanê yên herî kevin Mistefa Bêrî (Miçoyê Berber) e û ji 20 saliya xwe ve di pîşekariya berberiyê de dixebite.

Miçoyê Berber dema ku porê ciwan û zilaman çêdike rewşa giştî ya siyasî û civakî bi wan re gotûbêj dike. Miço dibêje ku wî ev pîşe ji welatiyekî Ermenî wergirtiye û wiha got: "Ez ji vê pîşekariya xwe gelekî hez dikim. Bi riya vê pîşeyê ez dikarin dost û hevalên xwe bibînim." Piraniya kesên porê xwe li ba Miço çêdikin temen mezin in.

ANHA