Tevgera Sûkên Tebqa di meha Remezanê zêdeye

Bajarê tebqayê di ev 2 sal in ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin li ser asta tevgera bazirganî û civakî gelek pêşketinan pêk tîn e. Di meha Remezanê de tevgera sûka bajar zêde bûye teybetmendiyên wê cûda ne.

Tevgera Sûkên Tebqa di meha Remezanê zêdeye
Tevgera Sûkên Tebqa di meha Remezanê zêdeye
Tevgera Sûkên Tebqa di meha Remezanê zêdeye
Tevgera Sûkên Tebqa di meha Remezanê zêdeye
23 gulan, 2018   08:12

UDEY El-HEMED/TEBQA

Meha Remezanê xwedî girîngiyeke li gel şêniyên hermê. Di vê mehê de di sûkên bajarê Reayê û kolanên wê de tevgera bazirganî û sûkan zêde dibe. Heta saetên şevê tevgera herêmê zindiye.

Cûreyên xwarinên cûda cûda têne firotin, her wiha xwarin û vexwarinên taybet bi vê mehê têne firotin. Di nava gelê herêmê de taybetmendiyek vê hema pîroz heye.

Ji xwarinên ku di vê meha pîroz de têne firotin, Merûk e. Girêdana vê xwarinê bi vê meha pîroz ve heye. DI nava civakê de jê re tê gotin nanê rojiyê.

Di heman demê de firotina xurmeyan zêde dibe. Ew jî bi meha Remezanê ve girêdayî ye. Li ser  sifreyên fitarê û sihorê tê dayîn.

Di heman demê de hin şêranî û xwarinên taybet ên di vê mehê de têne firotin wekî Qtayîf û her wekî din.

(dc)

ANHA