Parka Arîn Mîrkan meqseda welatiyan e

Tevî hemû dîmenên hilweşandinê yên di encama şer û pevçûnên li Helebê de, Parka Arîn Mîrkan a taxa Şêxmeqsûd meqseda welatiyên taxê ye.

Parka Arîn Mîrkan meqseda welatiyan e
Parka Arîn Mîrkan meqseda welatiyan e
Parka Arîn Mîrkan meqseda welatiyan e
Parka Arîn Mîrkan meqseda welatiyan e
Parka Arîn Mîrkan meqseda welatiyan e
23 gulan, 2018   07:56

SÎLVA MISTEFA – ZOZANA DEDO / HELEB

Piştî demeke dijwar ji ber êrîşên komên çete yên li dijî taxa Şêxmeqsûd, ji bo geşkirina taxê, Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd di 5'ê Mijdara 2014'an de projeya avakirina parka Arîn Mîrkan li taxê da destpêkirin. Park li ser erdekî bi dirêjahiya 150 û bi paniya 75 mîtreyan hatiye avakirin.

Taxa Şêxmeqsûd di serdema rêjîma Baasê de jî hatibû paşguhkirin. Şaredariya Gel tevî kêmderfetên xwe parka Arîn Mîrkan ava kir û têde hejmareke daran çandin û av û kursî û ronahî jê parkê re peyda kirin.

Di aliyekî parkê de beşê lîstokên zarokan jî hatiye avakirin. Her wiha kafîteryek jî hatiye avakirin û di beşekî din de jî balinde hatine bicihkirin.

Di parkê de sê xebatkar hatine erkdar kirin da ku parastina parkê bikin û darên parkê av bidin.

Di êrîşa dawî ya komên çete de gelek ziyan bi parkê bûn, şaredariyê careke din park sererast kir û ji nû ve vejand. Parka Arîn Mîrkan tevî ku biçûk e, lê dîsa jî meqseda piraniya welatiyên taxê ye.

Welatiyê bi navê Abdîn Tîto yê ji taxa Şêxmeqsûd dibêje ku ew rojane serdana parkê dike da ku ji zexta kar hinekî dûr bikeve.

Endamê Şaredariyê û Çavdêrê parkê Ferîd Beyrem û endamê Hêzên Parastina Civakî Mihemed Mehmo diyar kirin ku ji bo parastina paqijiya parkê û darên wê ew bê navber xebatên xwe berdewam dikin.

ANHA