Human Rights Watch: Lîga fotbolê ya Cîhanê li Rûsiya boykot  bikin

Rêxistina Human Rights Watch bang li rêveberên cîhanê kir ku heger Rûsiya soza parastina sivîlan li Sûriyê ne de beşdarî şahiyên vekirina Lîgaya Fotbolê ya Cîhanê nebin. Lîgaya fotbolê ya cîhanê dê meha li pêş me li Rûsiya were lidarxistin.

Human Rights Watch: Lîga fotbolê ya Cîhanê li Rûsiya boykot  bikin
23 gulan, 2018   07:39

NAVEND ANÛÇEYAN

Human Rights Watch ji hemû rêveberên cîhanê xwest ku beşdarî şahiya vekirina Lîgaya Fotbolê ku tê payîn roja 14'ê hizêranê li Rûsiya were lidarxistin, nebin û ev yek bi soza Rûsiya ya parstina sivîlan a li Sûriyê ve girêda.

Mudîrê Rêveber ê Human Rights Watch Kenneth Roth bi daxuyaniyekê got ku Rûsiya bi pêşwazîkirina yek ji bûyerên herî girîng ên cîhanê hestê civaka navdewletî dipesinîn e û wiha dom kir: "Divê Rêberên Cîhanê ji Pûtîn re diyar bikin ku heger Rûsiya siyaseta xwe ya tundî li Sûriyê ku hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsiya pêk tîne, nede guhertin, ew li kêleka wî li se dika êvara vekirinê nebin."

Rêxistina Human Rights Watch Rûsiya ji binpêkirinên ku hêzên awan ên li Sûriyê belav bûne berpirsyar dibîne, di heman demê de ji sûcên ku hevkarên wan pêk tîn e jî berpirsyar e.

(dc)