Nerînên Ocalan ên 1993'an derbarê pêşeroja herêmê, îro pêk tê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1993'an de bi welatî û rûspiyên Rojava re civiya û di wê demê de wiha got: "Eger demokrasî li Rojhilata Navîn û bi taybet di Sûriyeyê de pêk neyê, bê guman dê derbasî şerên xwîndar bibin." Ev jî niha li ser erdê pêk tê.

Nerînên Ocalan ên 1993'an derbarê pêşeroja herêmê, îro pêk tê
23 gulan, 2018   05:26

ŞÎLAN MIHEMED / KOBANÊ

Di sala 1993'an de gelek welatî û kesayet bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyan. Yek ji van kesan şêx û rûspiyê bi navê Mihemed Elî ku ji welatiyên Kobanê ye û li bajarê Reqayê jiyan dike.

Şêx Mihemed Elî ji ajansa me ANHA'yê re behsa hevdîtina xwe ya bi Rêber Ocalan a li bajarê Helebê kir û axaftina Rêber Ocalan di wê demê de bi bîr anîn.

Şêx Mihemed Elî fikr û felsefeya Rêber Ocalan bi riya hin hevalên xwe yên oldar nas kir û dema bihîst ku Ocalan dixwaze bi welatiyan re bicive, wî jî xwest di civîna bi Ocalan re beşdar bibe.

Şêx Mihemed hevdîtina bi Ocalan re bi bîr anî û got ku ew li hemberî hemû nifşên civakê gelekî rêzdar bû. Şêx Mihemed Elî got ku Rêber Ocalan paşeroj baş dinirxand û buyerên niha gotinên wî piştrast dikin û gotineke Rêber Ocalan wiha bi bîr anî: "Eger li herêma Rojhilata Navîn û di serî de li Sûriyeyê demokrasî pêk neyê, bê guman herêmê bi giştî dê derbasî şerên xwîndar bibe."

Şêx Mihemed Elî got ku ev gotinên Rêber Ocalan ên beriya 25 salan niha li ser erdê pêk tên û wiha domand: "Rêber APO ronakbîrekî mezin e û li hemberî hemû mezheb, ol û netewan rêzdar e."

Şêx Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de tecrîda hikûmeta AKP'ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kilîta çareseriya aloziya Rojhilata Navîn di destên Rêber APO de ye. Daxwaza Tirkiyeyê jî berdewamkirina şer û aloziyan li herêmê ye da ku karibin xêr û bereketa herêmê talan bikin."

ANHA