Birîndarên di Efrînê de rizgar bûne trajediya xwe vedibêjin

Trajediya welatiyên Efrînê piştî dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê bi dawî nebûye û di nava her malbateke Efrînê de çîrokeke trajedîk heye. Ajansa me (ANHA) hevdîtina hin malbatên ku endamên wan ji komkujiyên dagirkeran hatine rizgarkirin kirin û van malbatan jî serpêhatiyên xwe vegotin.

Birîndarên di Efrînê de rizgar bûne trajediya xwe vedibêjin
Birîndarên di Efrînê de rizgar bûne trajediya xwe vedibêjin
Birîndarên di Efrînê de rizgar bûne trajediya xwe vedibêjin
Birîndarên di Efrînê de rizgar bûne trajediya xwe vedibêjin
Birîndarên di Efrînê de rizgar bûne trajediya xwe vedibêjin
23 gulan, 2018   04:59

ŞERVÎN MUSTEFA – BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Balefirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê di 3'yê adara borî de gundê Kaxirê yê girêdayî mabeta armanc girt û di encamê de 7 welatiyên sivîl birîndar bûn û welatiyê bi navê Ciwan Reşîd şehîd bû.

Yek ji birîndarên heman êrîşê welatiyê bi navê Ehmed Cemîl Qasim e û serpêhatiya xwe wiha vegot: "Ji ber topbarana berdewam li dijî navçeya Şiyê welatî neçar man berê xwe bidin gundê me. Ez li Efrînê dixebitîm û di 1'ê adarê de ez vegeriyam gund"

Qasim di berdewama axaftina xwe de got ku dema ew li qada gund bûn balefirekê qad armanc girt û di encamê de gelek kes birîndar bûn û wiha bi bîr anî: "Di êrîşên de hevalê min Ciwan Reşîd şehîd bû. Dengê jin û zarokan gelekî bilind bû. Xwîn li her derê rijiya bû. Gundiyan em rakirin nexweşxaneya Avrîn û ez li rex hevalên xwe Cemîl Weqas, Mehmûd Cabo, Rêber Henan Êmo û  Ehmed Mustefa 4 rojan di nexweşxaneyê de man."

Ehmed Cemîl Qasim li rex malbata xwe berê xwe da navçeya Şêrewa û gundê Zaretê bi cih bû û pêdiviya wî hêjî bi dermankirinê heye, lê ji ber dorpêçê û paşguhkirina rêxistinan ji alîkariya bi welatiyên Efrînê re derman jî nayên peydakirin.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê otobûsek armanc girtin û têde 22 kes hebûn. Di encamê de jineke temen mezin û zarokekî 4 salî şehd bûn û yên din jî birîndar bûn.

Dicle û Sebîha Bekir xwîşkên hevudu ne û di heman otobûsê de birîndar bûn û her du xwîşk ji ber buyerê lal bûne û nikarin biaxivin, xizmekî wan ê bi navê Mihemed Mihemed ku li rex wan jiyan dike serpêhatiya wan vegot û diyar kir ku herdu xwîşk li nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê li gorî kêmderfetan hatin dermankirin, lê rewşa wan metirsîdar e ji ber ku dermanên wan nayên peydakirin û rêjîma Sûriyeyê jî riya Helebê li pêşiya welatiyan girtiye.

Mihemed bang li rêxisatinên tenduristî û mirovahiyê yên navnetewî kir ku bi erkên xwe rabin û alîkariyê bi welatiyên Efrînê re bikin. Lingê Dicle Bekir şikestî ye û nikare bimeşe û pêdiviya wê bi birînkariyeke di kezebê de heye. Xwîşka wê Sebîha jî çavekî xwe winda kiriye û niha herdu li navçeya Arfad a herêma Şehba bi cih bûne.

Zeyneb Menan ku di heman buyerê de birîndar bibû, serpêhatiya xwe wiha vegot: "Ez di encama topbaranê de bi giranî birîndar bûm û hevserê min ez rakirin nexweşxaneya Avrîn. Ez du rojan di nexweşxaneyê de man û di roja dawî de balefirên Tirkiyeyê nexweşxane jî armanc girt û em neçar man ji nexweşxaneyê derbikevin. Niha Heyva Sor a Kurd îlaca min dişopîne, lê gelek dermanên pêwîst nayên peydakirin."

Di encama hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêma Efrînê 800 welatiyên sivîl ku gelek ji wan jin û zarok bûn birîndar bûn û 228 kes şehîd bûn û gelek ji wan jin û zarok bûn.

ANHA