Çemê jiyan dida Qamişlo, çawa bûye çavkaniya nexweşiyan?

Çemê Ceq-Ceq ê Qamişlo li derdora wî hatî avakirin û jiyan dida bajêr, niha ji ber ava kanalîzasyonên Nisêbînê û restorenekirina çem bûye çavkaniya bêhna nexweş û çavkaniya nexweşiyan. Endamê Komîteya Ekolojî Alan Mihemed diyar kir ku divê komîteyek pspor ji bo çêkirina çem bê avakirin. 

Çemê jiyan dida Qamişlo, çawa bûye çavkaniya nexweşiyan?
Çemê jiyan dida Qamişlo, çawa bûye çavkaniya nexweşiyan?
Çemê jiyan dida Qamişlo, çawa bûye çavkaniya nexweşiyan?
Çemê jiyan dida Qamişlo, çawa bûye çavkaniya nexweşiyan?
Çemê jiyan dida Qamişlo, çawa bûye çavkaniya nexweşiyan?
23 gulan, 2018   05:59

BÊRÎTAN MEDÛSA / QAMIŞLO

Çemê Ceq-Ceq ji yekbûna Ava Reş û Ava Spî yên li bakurê navçeya Nisêbîna a Mêrdînê re pêk tê. Di ser Rêya Sakarya ya li Nisêbînê re derbasî bajarê Qamişlo dibe. Çem di nava Nisêbînê de 2 km diherike. Di taxa Qudurbeg a Qamişlo re derbasî bajarê Qamişlo dibe. Di nava Qamişlo re di taxên Qudurbeg, Suk, Bişêriyê, Tey û gundê Zinot re derbas dibe. Çem ber bi Hesekê ve diherike û li wir tevlî Çemê Xabûr dibe. Ji Qamişlo heya Hesekê 100 km diherike.

Qamişlo li derdora Çemê Ceq-Ceq hatiye avakirin

Bajarê Qamişlo di sala 1924’an de li derdorê Çemê Ceq-Ceqê hatiye avakirin. Taxa yekem a Qamişlo ya Qudurbeg e. Bajar bi şêweyê xetên santracê li dardorê çem hatiye avakirin. Çemê Ceq-Ceq, jiyan daye Qamişlo û şêniyên bajar debara xwe bi ava çem dikirin. Li gor agahiyên me ji endezyar û gelê Qamişlo girtîn, çemê Ceq-Ceq ê ku jiyan daye bajarê Qamişlo ji salên 1988-1989’an ve bûye kenala kanalizasyona navçeya Nisêbînê. Beriya ku ava kanalizasyona Nisêbînê bi ser çem de bê, gelê Qamişlo ji çem masî digirtin û av ji bo çandiniyê bi kar danîn.

Tirkiyê xalên bingehîn ên polîtîkaya xwe binpê dike

 Li gorî xalên bingehîn ên polîtîkaya Tirkiyê yên ji bo avên sînor derbas dikin, di siteya Wezareta Karê Hindirîn a Komara Tirkiyê yê de li gor madeya 3, xala 2 wiha dibêje; “Bi welatên derdor re parvekirin û zirarek cidî nedana avê diparêze”. Lê dewleta Tirk li rexma zagonên xwe ev 30 sal in Çemê Ceq-Ceq ê weke kanala kanalizasyonê bi kar tîne. 

‘Havînê bêhna nexweş tê, mêş, mar û pêşû jê derdikevin’

Lê di heman demê de gelê Qamişlo jî baş li çem nanêre û gelek caran çopa xwe diavêjin nava avê. Çemê Ceq-Ceq di navenda bajêr re derbas dibe, dibe sedema belavbûna nexweşî û bêhna nexweş. Mal û esnafên li derdorê çem jiyan dikin ji çem bêzar dibin. Li ser mijarê esnafê bi navê Mihemed Şêxo (46) ku dikana wî li ser çem cih digire diyar kir ku bêhnek gelek nexweş ji çem tê û wiha got; “Bi min re nexweşiya dil û rabo heye. Bêhna çem me pir aciz dike. Em bang li berpirsyaran dikin ku ji çem re çareseriyekî bibînin.” Ajokarê teksiye Hisên Fetah ku li Xeta Grajê kêleka çem kar dike jî anî ziman ku ew dixwazin serê çem bê girtin. Hisên diyar kir ku bi havînan mêş û pêşû ji çem derdikevin û wiha pêde çû; “Heta niha me gelek mar jî kuştine. Bêhna wê me pir bêzar dike. Dîwar jî li ber tine wesayîtên me dikevin nava avê. Em dixwazin çareseriyek bê dîtin."

‘Divê komîteyek ji bo çêkirina çem bê avakirin’

Endamê Komîteya Ekolojî ya Kantona Qamişlo Alan Mihemed jî li ser pirsgirêka çem wiha axivî; “Pirsgirêka herî mezin Nisêbîn e. Dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve êrîşî me dike. Lê gelê me jî çopa xwe diavêje nava çem.” Alan fikir û projeyên xwe yên li ser çam wiha vegot, “Divê komîteyek bê avakirin ku di nav de endamek ekolojiye, endamek çandinî, endezyarek fenî û endezyarek mîmarî cih bigirin. Divê bi keviran derdorê çem bê çêkirin. Wek derenceyan bê çêkirin ji bo av li hev bikeve û oksijen çêbibe. Lê ev pereyek zêde dixwaze. Maliyeta çem dê qasî milyarek pereyê Sûriye yê be”. Alan destnîşan kir ku çem bi havînan pir xeternak dibe û gotinên xwe wiha bi dawî kir; “Bêhnek nexweş ji çem derdikeve. Mêşa ku nexweşiya Leşmanî dihilgire ji çem derdikeve.”

'Ji bo kar milyarek pere dixwaze, niha hêza me têrê nake'

Her çendî ku Şaredariya Qamişlo her havîn çem paqij dike jî, têrê nake û ji çem re restorasyon pêwîst dike. Li gor agahiyên me ji Şaredariya Şerqî ya Qamişlo girtî ji bo çêkirina çem tu projeyên wan tune ne, lê ji bo çareseriya pirsgirêka çem li rêyan digerin. Desteya Şaredariyan û Rêveberên Herêmî ya Kantona Cizîrê li ser mijarê agahî dan me. Rêveberiya Desteyê diyar kir ku ji ber şerê heyî ew nikarin têkiliyan bi şaredariya Nisêbînê re çêkin. Dema nêzî sînor dibin jî leşkerên Tirk gulan li wan dibarîne. Ji xwe tu qanûn û hiquq li cem dewleta Tirk tune ye. Tirkiye zagonên navnetewî binpê dike.

ANHA