ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.05.2018
23 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Trajîdiya welatiyên Efrînê piştî dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê bi dawî nebûye û di nava her malbateke Efrînê de çîrokeke trajîdîk heye. Ajansa me ANHA hevdîtina bi hin malbatên ku endamên wan ji komkujiyên dagirkeran hatine rizgarkirin re pêk anî, malbatan jî serpêhatiyên xwe vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Delîl û belgeyên ku têkiliyên Tirkiyê bi DAIŞ re isbat dikin, roj bi roj derdikeve holê. Cihê ku Tirkiyê lê hebe çeteyên DAIŞ'ê jî rex wan in. Di demekê de ku DAIŞ li Sûriyê û Iraqê nefesa dawî destine, dewleta Tirk li Efrîn û Idlibê wê zindî dike. Li aliyek din jî polîtîkeyên guhertina demografî didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hin çeteyan erkdar dikin da ku danûstandinê bi welatiyên Efrînê re bikin û vegerînin Efrînê. Artêşa Tirk her çeteyekî ku 10 malbatan vegerîne 1000 dolaran pêşkêşî wî dike. Armanca dagirkeran ji vê yekê ew e ku hejmarekî mezin ji welatiyên Efrînê beşdarî hilbijartinên dema bê bike. (BI WÊNE)

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1993'an de bi welatî û rûspiyên Rojava re civiya û di wê demê de wiha got: "Eger demokrasî li Rojhilata Navîn û bi taybet di Sûriyeyê de pêk neyê, bê guman dê derbasî şerên xwîndar bibin." Ev jî niha li ser erdê pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk Salih Gedo diyar kir ku lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê ji bo rêgirtina li pêşiya komplo û pilanên li dijî destkeftiyên gelê Kurd çareseriya tekane ye. Gedo got ku divê aliyên li pêşiya lidarxistina kongireyê dibin asten werin cezakirin û wiha got: "Ji ber ku ew li pêşiya doza gelê Kurd dibin asteng." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin a navçeya Eyn Îsa ji dema hatiye damezrandin ve bi sedan doz û pirsgirêkên jinan çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Çemê Ceq-Ceq ê Qamişlo li derdora wî hatî avakirin û jiyan dida bajêr, niha ji ber ava kanalîzasyonên Nisêbînê û restorenekirina çem bûye çavkaniya bêhna nexweş û çavkaniya nexweşiyan. Endamê Komîteya Ekolojî Alan Mihemed diyar kir ku divê komîteyek pispor ji bo çêkirina çem bê avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Akademiya Tenduristiyê ya navçeya Serêkaniyê hewl dide kadroyekî tenduristî yê pispor li ser bingeha têgeha pîşekariyeke mirovahiyê û bijîşkbûnê ava bike. Her wiha sîstemeke cûdayî perwerdeyên zanîngehan dide meşandin û rêgeza rexne û rexnedayînê bingeha sîstema wê ya perwerdehiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mustefa Bêrî welatiyekî Kobanê ye û 72 salî ye û yek ji berberên herî kevin di bajarê Kobanê de ye. Welatiyên Kobanê jêre dibêjin "Miçoyê Berber". Miço ji ciwantiya xwe ve pîşekariya berberiyê dike û porê nifşên cûda yên welatiyên Kobanê çêkirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevî hemû dîmenên hilweşandinê yên di encama şer û pevçûnên li Helebê de, Parka Arîn Mîrkan a taxa Şêxmeqsûd meqseda welatiyên taxê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA