'Divê Kongra Netewî ya Kurdistanê bi lez were lidarxistin'

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk Salih Gedo diyar kir ku lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê ji bo rêgirtina li pêşiya komplo û pilanên li dijî destkeftiyên gelê Kurd çareseriya tekane ye. Gedo got ku divê aliyên li pêşiya lidarxistina kongireyê dibin asten werin cezakirin û wiha got: "Ji ber ku ew li pêşiya doza gelê Kurd dibin asteng."

'Divê Kongra Netewî ya Kurdistanê bi lez were lidarxistin'
23 gulan, 2018   04:15

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk û Endamê Desteya Serokatiyê ya Koalîsyona Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo di hevdîtinekê de bi ajansa me ANHA'yê re behsa pêwîstiya lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê kir û got ku bi lezkirina lidarxistina kongreyê gelekî girîng e û diyar kir ku ev xala veguhertinê ye.

Divê partiyên kurdî ji bo yekîtiya Kurdan bixebitin

Gedo di destpêka axaftina xwe de behsa hesasbûna rewşa ku gelê Kurd Kurdistan bi giştî têre derbas dibe kir û wiha got: "Ev qonax ji bo gelê Kurd derfetek e da ku hebûna xwe biçespîne û armancên xwe ji bo serkeftina doza Kurdî pêk bîne. Pêdiviya me di vê qonaxê de bi yekîtiyê herî zêde ye û divê nakokiyên partîtî bêne bialîkirin û ji bo danîna pilaneke avaker a yekîtiya di navbera partiyên kurdî de xebat bête meşandin. Pêdiviya gelê me bi lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê heye da ku nûnertiya helwesta Kurdî bike."

Gedo diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê tê pêşniyar kirin û wiha destnîşan kir: "di sala 2013'an de mijara lidarxistina kongreyê hate gotûbêjkirin, lê ji ber nakokiyên di navbera partiyan de kongra pêk nehat û ti înîsyatîf ji aliyê partiyên siyasî ve ji bo lidarxistina kongreyê nehatin pêşniyarkirin."

Gedo da zanîn ku ji erka partiyên Kurdî ye da ku ji bo bilezkirina lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê bixebitin û di serî de Partiya Karkerên Kurdistanê, Partî Demokratî Kurdistan, Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Partiya Gelan a Demokratîk. Gedo got ku rola van partiyan ji bo çareserkirina doza Kurdî dûrî berjewendiyên kesane sereke ye.

Aliyên astengiya lidarxistina Kongreyê dikin divê bêne cezakirin

Gedo di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd baş nas dike ku lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê ji bo rêgirtina li pêşiya komplo û pilanên dewletên dijber li dijî mafên rewa ên gelê Kurd çareseriya tekane ye û wiha domand: "Aliyên li pêşiya lidarxistina kongreyê dibin asteng divê ji aliyê gelê Kurd ve bêne cezakirin, ji ber ku gelek pirsgirêkan bi xwe re tînin û li pêşiya çareseriya doza gelê xwe û helwesta gelê xwe dibin asteng."

Gedo behsa hilbijatinên dawî yên Îraqê kir û got ku eger beşdarbûna Kurdan di vê hilbijartinê de bi yek lîsteyê bûya kursiyên Kurdan di parlemanê de dê zêdetirbûna û wiha anî ziman: "Mixabin partiyên kurdî berûvajî vê yekê tevgeriyan û vê yekê bandoreke neyînî li nûnertiya Kurdan di parlemana Îraqê de kir."

Lidarxistina Kongreyê çareseriya tekane ya rêgirtina li pêşiya komployan e

Gedo da zanîn ku lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê çareseriya tekane ya rêgirtina nakokiyên di navbera partiyên Kurdî de ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ji bo gelê Kurd gavên ciddî ji bo pêkanîna destkeftiyan li ser asta Kurdistanê bavêje, dema ku nakokiyên partiyên siyasî hebin, bê guman her partiyek dê li gorî berjewendiya xwe tevbigere û dijmin dê ji van nakokiyan sûd werbigire. Mînaka vê yekê jî aliyên xwe firotine û beşdarî dagirkeriya Efrînê bûne û destên wan di kuştin û girtina bi sedan welatiyên Efrînê de hene. Evan alî nûnertiya xeta xiyaneta doza Kurdî dikin. Gelê Kurd jî helwesta xwe li hemberî van aliyan eşkere nîşan dan."

Divê partiyên Kurdî ji berjewendiyên partîtî dûr bikevin

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk Salih Gedo bang li partiyên siyasî yên kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin û nakokiyên xwe yên partîtî bidin alî û xeta berxwedan û têkoşînê berdewam bikin û ji bo projeyeke niştimanî bixebitin da ku armanc û daxwazên gelê Kurd pêk werin. Gedo bang li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir ku helwesta xwe zelal nîşan bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "ENKS'ê ji aliyekî ve xwe weke xwediyê doza Kurdî bi nav dike û ji aliyekî din ve di bin sîwana Koalîsyona Opozîsyona Sûriyeyê de tevdigere ku rola çeteyên girêdayî wê di dagirkirina Efrînê de mezin bû."

(jh)

ANHA