Komîsyonê dengê 103 sindoqan red kir

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê dengên 103 sindoqên 5 bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê ku li ser gilî hebûn red kir.

Komîsyonê dengê 103 sindoqan red kir
21 gulan, 2018   16:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê têkildarî giliyên derbarê encamên hilbijartinên 12'ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê de hatîn kirin daxuyanî da.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê eşkere kir ku hezar û 436 gilî derbarê sindoqên dengdana taybet, giştî û derveyî welatin hatine kirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê diyar kir ku piştî lêkolînan dengên 103 sindoqan hatine red kirin û wê dengên wan li ser dengên Bexda, Hewlêr, Nînova, Embar û Selahedînê werin parvekirin.