Meclîsa Zagonsaz Rêziknameya Erka Xweparatinê erê kir

Meclîsa Zagonsaz a Meclîsa Sivîl a Reqayê rêziknameya Erka Xweparastinê erê kir.

Meclîsa Zagonsaz Rêziknameya Erka Xweparatinê erê kir
21 gulan, 2018   14:41

REQA

Meclîsên Zagonsaz û Rêveber û Hevserokatiya Komîteya Parastinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca rêziknameya Erka Xweparastinê ya Reqayê bipeejirîne îro, Duşemê civîneke li dar xist.

Di civînê de şêx û rûspiyên herêma Tebqayê amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Xalid Berkel girîniya erka xweparastinê û rola ciwanan di parastina ewlehiya herêma Reqayê de destnîşan kir.

Endamê Komîteya Parastinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Elî Qadir rêziknameya Eka Xweparastinê xwend. Paşê derbarê xalên wê deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin.

Piştî pirs û nîqaşan, rêzikname ji aliyê piraniya beşdaran hate qebûlkirin.

Tê payîn ku zagona Erka Xweparastinê di nava vê mehê de were erêkirin da ku bikeve meryetê de.

Komîteya Parastinê amadekariyên vekiriyên buroyên xwe dike .

(bb)

ANHA