HDP'ê lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir

HDP’ê lîsteya namzetên parlamenteriyê teslîmî Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) kir.

HDP'ê lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir
21 gulan, 2018   16:26

NAVENDA NÛÇEYAN

HDP’ê lîsteya namzetên parlamenteriyê teslîmî Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) kir.  Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen ber ji YSK’ê veqede daxuyaniyek kurt da. Bîlgen, diyar kir ku wan lîsteya xwe ya hilbijartina 24’ê Hezîranê teslîm kirin. Temsîleya jinê heya roja îro di partiya me de ya herî zêde bû. Di lîsteya me ya îro de jî me temsîliyeta wekhev esas girt. Dê lîsteya me bi temsîliyeta asgentdaran, temsîliyeta windayên mexdûr, temsîliyeta ciwan û mexdûrê KHK’an, derkeve pêş berî we.”

Bîlgen, da zanîn ku li gel hemû êrîş û astengiyên li ser HDP’ê ew ê bi birdariyek mezin biçin hilbijartînê û dê xebatên xwe berdewam bikin. Bîlgen destnîşan kir ku ew armanc dikin ku hemû beşên civakê di parlamentoyê de temsîl bikin û wiha bilêve kir: “Em hêviya serkeftinê dixwazin. Em hêvî dikin ku hilbijartinek azad û wekhev pêk bê.”