Bahoza Sacar bû sedema mirina 15 kesan

Li Sûmalya ji ber barîna zêde ya baranê ku di encama bahoza Sacar a ev hefteyek li herêmê pêk hatiye de 15 kes mirin.

Bahoza Sacar bû sedema mirina 15 kesan
21 gulan, 2018   10:18

NAVENA NÛÇEYAN

Hakimê herêma Odar a Sûmaliya Ebdulrehman Ehmed Elî ji rojnamavanan re got ku di 24 saetên derbasbûyî de barana zêde ku di encama bahoza Sacara de pêk hat li herêmên Locaya û Bakî yên Sûmaliya 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Nebet lehiyê 2 welatî tevlî tirmpêlên wan kişandin geliya bajar Bosaso.NY û Hikûmeta Sûmaliya banga alîkariyê kirin da ku alîkariyê bidin kesên ji ber lehiyê zirar dîtine.

Buroya Karûberên Mirovî ya NY destnîşan kir ku lehiyên ji ber bahozê pêk hatiye ziyar gihandiye 750 hezar kesî, her wiha zêdeyî 230 hezar kesên din koçber bûn.

(dc)