Beşeke din ji çeteyên DAIŞ`ê ji başûrê Şamê derdikevin

Gelek çavkaniyan diyar kirin ku Hêzên Rêjîma Sûriyê bi çeteyên DAIŞ`ê yên başûrê Şamê re li hev kirine. Li gorî çavdêrên mafên mirovan ê Sûriyê diyar kir ku beşke nû ji çeteyan tevî malbatên xwe amadekariyê dikin ku ji başûrê Şamê, derkevin.

Beşeke din ji çeteyên DAIŞ`ê ji başûrê Şamê derdikevin
21 gulan, 2018   10:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kirin ku Hêzên Rêjîma Sûriyê bi çeteyên DAIŞ`ê re li hev kirin da ku çeteyan ber bi çolbistana Sûriyê ve bişînin. Lê hêzên Rêjîma Sûriyê ev agahî red kir. Malpera Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir ku amadekariyên derxistina beşekî din a çeteyên DAIŞ`ê tevî malbatên wan dikin. Çete wê ji kampa El-Yermûk, Tedamin, deriyê kampê yên bakur û taxas Hecer El-Eswed ber bi çolbistana Sûriyê ve herin.

Navendê her wiha diyar kir ku wê îro di saetên dawiya şevê de çete tevî malbatên xwe ji başûrê Şamê derkevin.

Raghandina Fermî ya Rêjîma Sûriyê diyar kir ku operasiyonên wan li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li qada bakurê taxa El-Hecer El-Eswed didomin.

(bx/dc)