Merûk, yek ji xwarinên meha Remezanê ye

Ji destpêka meha Remezanê ve firinên bajar dest bi çêkirina marok (Nanê şêrîn) dikin. Di meha Remezanê de şêniyên herêm bi awayekî zêde nanê şêrîn dikirin.

Merûk, yek ji xwarinên meha Remezanê ye
Merûk, yek ji xwarinên meha Remezanê ye
21 gulan, 2018   10:02

ZANA SEYDÎ – CÛMA MIHEMED / KOBANÊ

Marûk (Nanê şêrîn) li hemû herêmên Sûriyê pir bi nav û denge. Di meha Remezanê de pir tê çêkirin. Marûk bûye yek ji sembolên meha Remezanê ye.

firinên bajar Kobanê û bajarên din ên Sûriyê dest bi çêkirina  marûk (Nanê şêrin) dikin û wan li ber dukanên xwe datînin an jî li ser erebeyan di nava bajar de digerînin.

Di meha Remezanê de çêkirina semûn û marûkan zêde dibe.

Mihemed Fêsel Sultan yek ji kesên ku di firineke herî bi nav û deng li Kobanê di çêkirina marûkan de kar dike. Mihemed tevî 20 karkeran di çêkirina maûkan de dixebitin.

Mihemed û hevalên xwe rojane 1 ton hevîr di çêkirina marûkan bi kar tîn in. Di vê çarçoveyê de Mihemed got ku karê wan baş derbas dibe. Her wiha Mihemed diyar kir ku madeyên xwarinê ji sala derbasbûyî erzantir in.

(bx/dc)

ANHA