'Gunehê Hespê' şanoya ku keysbaziya dagirkeriya Tirkiyeyê vedibêje ye

Bi armanca nexşekirina rûkeniyê li ser rûyê zarokan, Navenda Çand û Hunerê ya herêma Şehba şanoyek ji zarokan re bi navê "Gunehê Hespê" dê li kampa Serdem a koçberên Efrînê pêşkêş bike.

'Gunehê Hespê' şanoya ku keysbaziya dagirkeriya Tirkiyeyê vedibêje ye
'Gunehê Hespê' şanoya ku keysbaziya dagirkeriya Tirkiyeyê vedibêje ye
'Gunehê Hespê' şanoya ku keysbaziya dagirkeriya Tirkiyeyê vedibêje ye
'Gunehê Hespê' şanoya ku keysbaziya dagirkeriya Tirkiyeyê vedibêje ye
'Gunehê Hespê' şanoya ku keysbaziya dagirkeriya Tirkiyeyê vedibêje ye
20 gulan, 2018   11:36

HENAN MIHEMED / ŞEHBA

Piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrînê û koçberkirina wan ji welatiyên Efrînê re û dûrxistina zarokan ji lîstok û zaroktiyê, Navenda Çand û Hunerê ya herêma Şehba şanoyekê di bin navê "Gunehê Hespê" ji zarokan re pêşkêş dike. Di şanoyê de 5 ajal "dîk, gur, ker, hesp û rovî" cih digirin.

Di derbarê mijarê de derhênerê  şanoyê Mihyeddîn Erselan ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku welatiyên Efrînê ji aliy, artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rastî komkujî û qirkirinê hatin. Navenda Çand û Hunerê jî ji bo nexşekirina rûkeniyê li ser rûyê zarokên Efrînê di kampa Serdem a koçberên Efrînê de şanoyek amade kir û dê têde destdirêjiyên dagirker û çeteyan nîşan bide.

Erselan got ku huner rihê jiyanê ye û bêyî wê ti wateya jiyanê tune ye û wiha anî ziman: "Me bi kêmderfetên xwe ev şano amade kir û tenê rêveberiya kampê alîkariya me di amadekirina şanoyê de kir."

Lîstokvanê bi navê Selam Îbo girêdayî mijarê wiha got: "Tevî hemû rewşên dijwar ku welatiyên Efrînê têde berxwedana xwe berdewam dikin. Armanca sereke ya dagirkeriya Tirkiyeyê tunekirina çand û hunera Kurdî ye, lê bi berxwedana gel em ê çanda xwe biparêzin. Ev cara yekemîn e şanoyek di derbarê destdirêjiyên dagirkeran li dijî welatiyan û keysbaziya wan tê amadekirin. Armanca vê yekê jî ew e ku kenê zarokan vegere û rastiya hovîtiya dagirkeran nas bikin."

Lîstokvanê bi navê Mîrzan Bekir jî axivî û wiha da diyarkirin: "Naveroka şanoyê di derbarê keysbaziya rûvî û gur di kuştina hespê de ye û dîk û kerê jî aqilan didin hespê."

ANHA