Cenazeyê şervanê YPG'ê Newres Hesekê spartin axê

Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG'ê Elai Fadil (Newres Hesekê) ê dema erka xwe pêk tanî li bajarê Hesekê şehîd bû li goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Newres Hesekê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Newres Hesekê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Newres Hesekê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Newres Hesekê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Newres Hesekê spartin axê
20 gulan, 2018   11:44

HESEKÊ

Girseya Gel cenazeyê şervanê YPG'ê Newros Hesekê ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergiritn û bi karwanekî tirmplan ber bi goristana Şehîd Diwjar a li gundê Dawidiyê ve derketin rê.

Li riya ketina goristan, girseya gel cenaze li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li vir merasîma oxirkirinê hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgiritnê destpê kir û paşê şervanên YPG/YPJ'ê rêzgirtina leşkerî lidar xistin.

Paşê Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîda Bengîn Badînî axivî û di destpêka axaftinê de di şexsê Şehîd Newres de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û got ku ew ê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin.

Di berdewama merasîmê de Endamê Fermandariya YPG'ê Diyab Hesekê jî axivî û bal kişand ser berxwedan û tekoşîna şervanên ku ji bo azadiya gelê xwe şehîd bûne û da zanîn ewê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin.

Li ser navê PYD'ê jî Lîlan Qasim axivî û got ku gelê herêmê bi di vê demê de bi azadî li ser xaka xwe jiyan dikin û tekez kir ku ew ê tu carî tiştî bi saya tekoşîna şehîdan hatiye bidestxistin jibîr nakin.

Piştî axaftinan sicîlê şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de jî girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

(dc)

ANHA